5 ton alîkariya ji Londonê hatî şandin, gihaşt Kurdistanê

5 ton alîkariya ji Londonê hatî şandin, gihaşt Kurdistanê

5 ton alîkariya ji Londonê hatî şandin, gihaşt Kurdistanê 1

Komek ciwanên Kurd yên li Londonê dijîn bi kampanyaya 3 hefte berdewam kirî 5 ton alîkarî berhev kirin. Alîkariya hatî berhev kirin îro (Sêşem) gihaşt Kurdistanê.

Jibo alîkariya bi hezaran Êzîdiyên jiber hovîtiya Daîş´ê revîn li paytext Londonê ji hêla komek ciwanên Kurd ve kampanyayek hat li darxistin. Di kampanyaya ku serê meha Tebaxê dest pê kirî de 5 ton alîkarî hat berhev kirin. Rêvebirên kampanyayê dan zanîn ku tira alîkariyê îro gihaşt Kurdistanê.

Alîkarî li Navenda Çanda Kurd ya ku li Oval´a Başûrê Londonê ye hat berhev kirin. Koma ji ciwana pêk dihat bi ked û xebatek mezin ev alavên hatîn, ji hev veqetandin û kirin qoliyan de. Kampanya rastî alaqeyek pir mezin hat û ji tevahiya bajarên Brîtanya jibo piştgiriyê alîkarî hat şandin.

5 ton alîkariya hatî berhev kirin dê ji aliyê weqfa ´Save The Children´ ve were belav kirin. Jibo di xebata belav kirinê de cih bigirin ji Londonê 5 ciwanên dilxwaz jî çûn Kurdistanê.

Mesrefên transfera alîkariyê ji hêla bûroya hûqûqê ya Levenes û çend karsazên Kurd ve hat dayîn.

Ciwanên pêşengên kampanyayê anîn ziman ku dê xebatên wan berdewam bikin û spasî nîşanî hemû kesên k udi vê kampanyayê de keda wan derbasbûyî kirin. Jibo bêhtir agahî, hûn dikarin malpera kampanyayê www.aidtheinnocent.co.uk bişopînin.

3 Tebaxê çeteyên Daîş´ê êrîşî herêma Şengalê kiribû û bi sed hezaran Kurdên Êzîdî koçber bûbûn. Bi sedan Êzîdî hatibûn qetil kirin û di serî de jin gelek Êzîdî jî hatibûn revandin. Tê zanîn ku hîna bi sedan jin di destên çeteyên Daîşê de ne. Piştî vê trajediya dij mirovahî Kurdên Êzîdî koçberî Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bûn û di şert mercên giran de li qempên penaberan jiyan dikin.

Navenda Şengalê hîna di bin qontrola çeteyên Daîş´ê de ye. Lê derdora Şengalê û çiyayê Şengalê di bin qontrola hêzên Kurd de ye. Pevçênên di navbera Daîş û hêzên Kurd de berdewam dike.

5 ton alîkariya ji Londonê hatî şandin, gihaşt Kurdistanê 2

 

 

 

CATEGORIES
Share This