7 Bira û Xwîşkek – Koma Kamkaran Yekê Cotmehê tê Londonê! 

7 Bira û Xwîşkek – Koma Kamkaran Yekê Cotmehê tê Londonê! 

7 Bira û Xwîşkek - Koma Kamkaran Yekê Cotmehê tê Londonê!  1
Yek ji komên herî navdar a muzîka folklorîk ji Îranê, Koma Kamkaran dê di 1’ê Cotmehê roja Çarşemê London’s Barbican Centre de di bin navê Mîhrîcana Transzayendan de dê konsêrekî bidin.

Malbata Kamkar, ji yek komên herî girîngtirîn e ku muzîka kewneşopî li Îranê parastîye û bi taybetî jî çand û muzîka Kurdan bi awayekî hêzî, rengîn, bi îstrûman û kincên kewneşopî…

Koma ku nêzî di 50 salî xwe de ye, di sala 1965’an de ji alîyê Hassan Kamkar li paytexta herêma Kurdîstan a Îranê Senendajê hat damezrandin. Kurên Hassan û keçeke wî li tev hêj di salên xwe yên ciwantîyê de hînî muzîkê bûn û ew bingeha Kamkarên îroyîn in. Li Kurdîstanê, ew bi awayekî mafdar xwedîyê navdarîyeke mezin in û wisa tên zanîn.

Her wekî Koma Kamkaran stran, dans û govendên Kurdan bi teşeyekî dînamîk bi kar bîne jî, di eynî demê de Muzîka Farisan a Klasîk, muzîka Ezerîyan û çandên din ên ku li herêmê jî li nav mûzîka wan de cîhekî girîng digre, di bin taldeyê ceribandina xeberoşkên evîn, paqrewanî, folklora gelerî û efsaneyan.

Koma Kamkaran ya ji heft bira û xwîşkekê avaye li seranserê cîhanê gerîyan. Ew gelekî bi nav û deng in li bajarên Kurdan ên li parçeyê Kurdîstan a Iraqê. Di sala 2001’an de Koma Kamkaran bi zimanê Kurdî konsêrên pir girîng dan li Stembol û Amedê û di sala 2003’an de ew hatin hilbijartin da ku muzîka xwe di seremonîya Xelata Aşitî ya Nobelê de parvebikin.

7 Bira û Xwîşkek - Koma Kamkaran Yekê Cotmehê tê Londonê!  3
Kom, ter tim xwedîyê navdariyeke mezin bû li Londonê, cîhen kû wan performansa mûzîka xwe pêşkeş kirin. Mûzîka wan ji bo her kesî ye. Kesên ku beşdarî konsêrên Kamkaran dibin, bi kêfxweşîyeke mezin qabîlîyet û giranbûhaya mûzîka wan dibînin û dîsa careke din dewlemendîya çanda Kurdan a qedîm bi zindî ji alîyê Koma Kamkaran ,a ku ev çanda mûzîkê heta îro parastîye, tê bîranîn. Ev konsêra mezin divê neyê winda kirin!

Jibo bêhtir agahî http://www.barbican.org.uk/music/event-detail.asp?ID=16538
Box Office 020 7638 8891

7 Bira û Xwîşkek - Koma Kamkaran Yekê Cotmehê tê Londonê!  1

CATEGORIES
Share This