‘Baghdad Messi’ li Oscarê di beşa kurtefîlman de ma fînalê

‘Baghdad Messi’ li Oscarê di beşa kurtefîlman de ma fînalê

‘Baghdad Messi’ li Oscarê di beşa kurtefîlman de ma fînalê 3

Derhênerê Kurd Sahîm Omar Kalîfa

Cara Yekemîn e filmê derhênerekî Kurd evqas nêzî xelata Oscarê dibe. Filmê derhenêrê Kurd Sahîm Omar Kalifa yê bi navê Baghdad Messi, di nava 10 filmên di beşa kurte filman (Live-action short) de mayîn fînalê ye.

Xelatên Oscarê di qada sînemayê de xelata herî bi nav û deng û bi prestîj tê dîtin. 15´ê Rebandana 2015´an, ji 10 kurtefilmên jibo fînalê hatîn hilbijartin, dê 5 film layiqî xelatê bên dîtin werin destnîşan kirin û 25 Reşemiyê jî dê xelat werin dayîn.

Filmê Kalîfa ´Baghdad Messi´ heta niha di qada navnetewî de layiqî 46 xelatan hatiye û ev yek jibo sinemaya Kurdî wekî serkeftinek pir mezin tê dîtin. Derhênerê film Kalifa ji rojnameya me re axivî û da zanîn ku ev yek jibo sinemaya Kurdî şanaziyek e.

Kalifa hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez pir kêfxweşim ku filmê min maye fînalê. Ev yek jibo sinemaya Iraqê û Kurd tişteke nu û cara yekemîn e. Her sal bi deh hezaran kurtefilm tên kişandin û niha filmê min din av 10 filmên jibo fînalê hatî hilbijartin de ye. Ji xwe heta niha Baghdad Messi 46 xelatên navneteweyî wergirtibûn, ev yek jî di sinemaya Kurdî û iraqî de rekorek bû. Lê belê xelata Oscarê ji hemûyan girîngtir e.”

Filmên jibo xelatê werin hilbijartin dê 15´ê Rebendanê werin eşkare kirin.

‘Baghdad Messi’ Oscar kısa film kategorisinde finalde 1

Wêneyek ji filmê Baghdad Messi

Baghdad Messî: Çîroka Hamûdî yê 10 salî di navbera şer û fûtbolê de

Hamûdî yê 10 salî, hişê wî pir li ser fûtbolê ye û bi hevalên xwe re bi heyecaneke mezin li benda maça lîga şampîyonan a navbera Barcelona û Manchester United de ye. Lê belê dema ku Messi û Ronaldo di maçê de zora hevdu dibin televîzyona Hamûdî xera dibe.

Jibo fragmana filmê Baghdad Messi vir bitikînin

 

‘Baghdad Messi’ li Oscarê di beşa kurtefîlman de ma fînalê 2

Navê her 10 kurtefilmên li fînalê:

  • AYA | Oded Binnun ve Mihal Brezis (Chasis Films)
  • BAGHDAD MESSI | Sahim Omar Kalifa û Kobe Van Steenberghe (a team productions)
  • BOOGALOO and GRAHAM | Michael Lennox û Ronan Blaney (Out of Orbit)
  • BUTTER LAMP (La lampe au beurre de yak) | Hu Wei û Julien Féret (AMA Productions)
  • CARRY ON | Yatao Li (Rochester Institute of Technology)
  • MY FATHER’S TRUCK | Maurício Osaki (Lupi Filmes)
  • PARVANEH | Talkhon Hamzavi ve Stefan Eichenberger (Zurich University of Arts)
  • THE PHONE CALL | Mat Kirkby û Kames Lucas (RSA Films)
  • SLR | Stephen Fingleton ve Matthew James Wilkinson (Stigma Films)
  • SUMMER VACATION (Chofesh Gadol) | Tal Granit û Sharon Maymon (GREENproductions)
CATEGORIES
Share This