Bi Hezaran Kes Di Festîvala Day-Mer´ê De Kombûn (VIDEO)

Bi Hezaran Kes Di Festîvala Day-Mer´ê De Kombûn (VIDEO)

Festîvala çand û hûnerê ya Day-Mer´ê ya ku ev meheke berdewam dikir, roja Yekşemê li parka Clissoldê bi şahiyeke mezin bi dawî bû. Tevî ku dane sibehê baran barî jî bi hezaran kes tevlî festîvalê bûn.

https://youtu.be/2h0HJOpUTjc
Şahiya festîvalê wekî her sal li parka Clissoldê hat kirin û saet dozdehan bi koma zarokan ya govendê dest pê kir. Di festîvalê de bi dehan stand hatin vekirin. Jibo alîkariya bi Kobanê re di standa hatî vekirin de xişir û wêneyên li Kobanê hatîn kişandin hatin firotin. Wekî din di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya ku malbata Eric Scurfield yê kul i Rojava jiyana xwe ji dest dayî de îmze hatin komkirin.

https://youtu.be/MubbM4d2gRg
Wekî her sal bi dehan endam û rêvebirê sendîqayên Brîtanî tevlî şahiyê bûn. Wekî din jî parlementer û namzetê serokatiya Partiya Karkeran Jeremy Corbyn, yek ji pêşengên tevgera 68´an Mustafa Yalçiner, Seroka Partia Keskan Natalie Bennet tevlî şahiyê bûn her yekî axaftinek kirin. Li ser navê Day-Mer´ê Oktay Şahbaz jî axaftinek kir û spasiya xwe ji hemû kesên beşdarvan û amadekarên festîvalê re kir.

https://youtu.be/3GrbZBNibjo
Di bernameya mûzîkê ya şahiyê de koma latîb Quimanto, Özkan Orman, Erdal Bayrakoglu û Metin Kemal Kayraman derketin ser dikê stranên xwe yên herî xweş bi beşdarvanan re parvekirin.

CATEGORIES
Share This