Bi Hezaran Welatî Jibo Armagan Li Hev Kom Bûn

Bi Hezaran Welatî Jibo Armagan Li Hev Kom Bûn

Roja Yekşemê bi hezaran welatiyên Kurdistanî û Tirkiye li pêşiya nexweşxaneya North Middlesex kombûn û sersariya nexweşxaneyê ya bûyî sedema mirina Armaganê 3 salî şermezar kirin. Dê û bavê Armagan jî tevlî çalakiyê bûn û anîn ziman ku qîmetê kurê wan ê 3 salî di cave nexweşxaneyê de ewqasî hindik bû û lewma jî bi awayekî ciddî li ser sekinîn û bûn sedema mirina kurê wan.

armagan-denli2

Bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya bi hezaran welatî li pêşiya nexweşxaneya North Middlesex kombûn û mirina Armagan Denlî şermezar kirin. Armaganê sê salî 19´ê Nîsanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû û malbatê îddîa kiribû ku kurê wan ji sersariya nexweşxaneyê miriye. Nexweşxaneyê ji rojnameya me re ragihand ku hîna lêpirsîn berdewam dike, lê li gorî agahiyên di destên wan de, di derman kirina Armagan de doxtoran berpirsiyariyên xwe anîne cîh.

Di dema çalakiyê de dê û bavê Armagan, Yucel û Fatoş Denlî tevî heyetekê bi berpirsên nexweşxaneyê re hevdîtinek pêkanîn. Di hevdîtinê de malbatê ji rayedarên nexweşxaneyê xwest ku lêpirsîneke bêalî were kirin û di nav komîsyona lêpirsînê de doxtorên bêalî jî hebin. Li gorî biryara ku hatî standin Dr Ali Demirbag jî dê di nav komîsyonê de cih bigire.

armagan-denli8

Armagan Denlî 18´ê Nîsanê bi sedema agirê wî bilind bûbû rakiribûn nexweşxaneyê û paşê hatibû tabûrcî kirin. Êvarî dîsa agirê wî bilind dibe û dîsa bi ambûlansê radikin nexweşxaneyê lê êdî jibo Armagan pir dereng e. Paşê hat zanîn ku sedema mirina Armagan nexweşiya Menenjît e. Ger ku roja Şemiyê tehlîl hatiba kirin dibe ku encam cûda bane.

armagan-denli-anne-baba1

 

‘Armağan’ın Ölümünde Hastanenin İhmali Var’ 2

CATEGORIES
Share This