Di Rojbûna Canê de Banga Edaletê

Di Rojbûna Canê de Banga Edaletê

Di Rojbûna Canê de Banga Edaletê 3

Keça Kurd ya 19 salî Canê Xelef, ya ku 12´ê Sermaweza 2014´an li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest dabû di rojbûna wê ya bîstemîn de bi sedan kes li avahiya Şaredariya Huddersfieldê kom bûn.

Di bîranîna ku roja Yekşemê hatî li dar xistin de jibo ava kirina weqfekî li ser navê Canê pere hatin top kirin û banga hişyariyê hat kirin. Lêkolîna dozgerê Elman di derbarê mirina Canê de berdewam dike. Li gorî malbat û hevalên Canê hinekan dermanên jehrî xistine nav vexwarina Canê û ev weqfa li ser nave Canê bê ava kirin jî dê li ser vê mijarê xebatên hişyariyê bimeşîne.

Di bîranînê de malbata Canê, hevalên wê, Parlementerê Huddersfieldê Barry Sheerman û gelek welatiyên Huddersfildê amade bûn. Di bîranînê de dik bi wêneyên Canê û ala Kurdistanê hat xemilandin.

Keça Kurd Canê ya 19 salî li zanîngeha Nurthumbria ya li bajarê Newcastle di beşa hûqûqê de dixwend û jibo guhartina di navbera zanîngehan de jibo demekê çûbû bajarê Kolnê yê Almanyayê. Di mihrîcaneke li Kolnê bi awayekî trajik jiyana xwe ji dest da. Tê îddîa kirin ku tiştin xistine nav vexwarina Canê.

Di şeva bûyerê de Canê bi vexwarina ku vexwarî jehrî ketibû û rakiribûn nexweşxanê. Hîna ku Canê li ser hişê xwe bû, ji hevalên xwe re gotibû ku ew bawer dike ku hinekan tiştin xistine nav vexwarina wê. Malbata Canê anî ziman ku li nexweşxaneya Cologne´s st Marien mûdaxeleyeke lezgîn nehatiye kirin û kêmasiya wan heye. Wekî din malbatê tevî nexwweşxaneyê nerazîbûna xwe li hember polêsên Kolnê jî nîşandan û gotin ku bûyer bi awayekî ciddî nehatiye lêkolîn kirin.

Di Rojbûna Canê de Banga Edaletê 1

Malbata Canê Xelef

 

Canê, serkêşiya çalakiyên jibo piştevaniya Kurdistanê dikir

Piştî êrîşên çeteyên Daîş´ê li hember Şengalê wekî her derî li bajarê ku Canê lê jiyan dikir jî gelek çalaki hatin li dar xistin. Canê´ya Kurdewar û girêdayî çanda xwe serkêşiya van çalakiyan dikir û di çalakiyan de banga piştevaniya Kurdistanê dikir. Malbata Canê di sala 1978´an de ji Rojava koçî Swêdê kirine. Canê jî li Swêdê hatiye dine. Hîna Canê zarok bû malbat hatiye Ingilîstanê û li Huddersfildê bi cîh bûye.

Canê di axaftineke xwe ya di çalakiya dij Daîşê de wiha axivî bû: “Em nikarin êdî li malê xwe rûnin û li hovîtiya Daîş´ê li Kurdistanê temaşe bikin. Divê cîhan tev li hember vê hovitiyê piştevaniya Kurdan bike.” Di vîdyoya axaftina Canê de, tê dîtin ku Canê di dawiya axaftina xwe de dibêje “Bijî Kurd û Kurdistan” û kelogirî dibe û nema dikare biaxive.

Di Rojbûna Canê de Banga Edaletê 2

CATEGORIES
Share This