‘Duh, îro û siberoja Êzidiyan’

‘Duh, îro û siberoja Êzidiyan’

1fbCover

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi armanca balê bikişîne ser trajediya Kurdên Êzidî yên li Şengalê aktîvîteyekê organîze dike.

Aktîvîteya 30’ê Tebaxê roja Şemiyê wê li Zanîngeha SOAS bê lidarxistin,  bername dê ji peşangeh, belgesel û panelan pêk bê. Di aktîvîteya ku bi nave ‘Duh, îro, siberoja Êzidiyan’ bê lidarxistin trajediya Êzidiyan a ji 3’ê Tebaxê ve wê bê destgirtin.

Di daxuyaniya ji aliyê Rêveberiya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ve hat ragihandin ku armanca wan ev e ku balê bikişînin ser trajediya mezin a Kurdên Êzidi pêre rû bi rû ne û wiha hat gotin: “Endamên vê baweriya qedîm ji ber êrîşên DAIŞ ku trajediyek mezin jiyan, niha bi hilweşandineke mezin re rû bi rû ne. Encamên vê trajediyê hîn jî ne zelal in. Em wek Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji bo em balê bikişînin ser vê trajediya mirovatiyê em vê aktîvîteyê li dar dixin.”

BELGESELA LALEŞA MIHRANÎ

Di çarçoveya aktîvîteyê de wê belgesela Derhênerê Kurd Aso Hajî ya bi navê “Laleşa Mihranî” bê nîşandan.

‘DUH, ÎRO, SIBEROJA ÊZIDIYAN’

Piştî pêşandana film wê panelek di moderatoriya rojnamevan Guney Yildiz de bê lidarxistin. Wekî din Profesor Christine Allison, rojnameger Aris Roussinos, kordînatorê televîzyona IMC Eyup Burç û sekreterê Federasyon Êzidiyan Yilmaz Gunay dê wek axaftvan tevlî panelê bibin.

Di panelê de wê bi giştî rewşa Êzidiyan bê destgirtin û trajediya wan bê nîqaşkirin.

Dîrok: 30’ê Tebaxê roja Şemiyê

Saet: 13:00-18:00

Cih: Zanîngeha Soas avahiya giştî

Djam Lecture Theatre (DLT)

Thornhaugh Street,

Russel Square,

London

WC1H OXG

 

CATEGORIES
Share This