Erdogan Guzel Bû Qûrbaniyê Şerê Navbera Çeteyan

Erdogan Guzel Bû Qûrbaniyê Şerê Navbera Çeteyan

Roja Înê li herêma Wood Green-Lordship Lane di çeteyan bi çeken otomotîk êrîşek pêk anîn û di encama vê bûyera dilsoj de welatiyê Tirkiye Erdogan Guzel ê 42 salî jiyana xwe ji dest da. Di derbarê bûyerê de heta niha 9 kes hatine binçav kirin.

Erdoğan Güzel Çeteler Savaşının Kurbanı Oldu 1

Roja Înê saet derdora 5:45´an li Lordship Lane a Wood Greenê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama vê êrîşê de Erdogan Guzel yê li pêşiya dikana xwe rûniştîbû jiyana xwe ji dest da û jineke di rê re derbas dibû bi giranî birîndar bû. Derket holê ku êrîş li hember restoranan cîranê Erdogan Guzel bû û tu eleqeya wî bi bûyerê re tune bû. Erdogan Guzel yê 42 salî bi eslê xwe ji Aksaray a Tirkiye bû tenê bû qûrbaniyê di navbera çeteyên reşik de.

Erdoğan Güzel Çeteler Savaşının Kurbanı Oldu 2

Erdogan Guzel û kurapê xwe pastexaneyek bi navê Kardeşler li Lordshipê bi rêvedibirin. Di kêleka dikana wî de restoraneke bi navê Sweet Peppa berî niha bi sê hefteyan vebû. Hat diyar kirin ku ev êrîş li hemberî xwediyên vê restorana bi navê Sweet Peppa bû û jibo ku xwediyên restoranê di dema êrîşê de bi aliyê dikana Erdogan Guzel de revîn berê guleyan zivîrî aliyê wî û Erdogan Guzel yê li pêşiya dikana xwe bi sê hevalên xwe re rûniştîbû bi guleyeka li singa wî ketî jiyana xwe ji dest da.

Di encama êrîşê de jineke 52 salî jî birîndar ket û rakirin nexweşxaneyê. Hîna derman kirina jina birîndar bûyî berdewam dike.

CATEGORIES
Share This