Êzidî Dixwazin Di Nav Sîstemeke Xweser De Bijîn

Êzidî Dixwazin Di Nav Sîstemeke Xweser De Bijîn
  • 03.05.2015

Di çarçoveya 7´emîn Festîvala çand û hunerê ya saziya Gik-Der´ê ya li ser navê Êzidiyan hatî kirin de panelek hat li darxistin. Panela roja Yekşemê li navenda Gik-Der´ê hatî li darxistin Parlemena berê ya Ewropa û namzeta HDP´ê ya Amedê Feleknas Uca û Serokê Federasyona Êzidiyan û namzetê HDP´ê Batmanê Ali Atalan wek axaftvan tevlî bûn.

Panel ''Ezidilerin Dünü Bugünü Yarını''

Ali Atalan, Alaettin Sİnayic, Feleknas Uca

Di panelê de li ser çand, dîrok û rewşa dawî ya Êzidiyan axaftin hatin kirin. Peyama ku di panelê de derketî pêş, daxwaza Êzidiyan ya sîstema xweser bû. Axaftina yekemîn namzetê HDP´ê yê Batmanê Ali Atalan kir. Atalan di axaftina xwe de bal kişand ser fermanên li serê Êzidiyan hatî û wiha berdewam kir; “Êzidiyan heta niha 72 ferman jiyan kirine, fermana 73´yemîn jî 3´ê Tebaxa 2014´an bi êrîşa çeteyên Daîş´ê li Şengalê pêk hat. Mixabin Êzidiyan bi vê fermana giran dengê xwe gihaştin cîhanê.”

Ezidiler Özerk Bir Yapı İçerisinde Yaşamak İstiyor 1Atalan da zanîn ku heta niha Êzidiyan tim di bin zextên dewletên cûda de jiyan kirine û tu caran bi awayekî azad û xweser jiyan ne kirine. Atalan axaftina xwe wisa berdewam kir; “Me di vê qîrkirina dawî de jî dîsa dît ku pêwiste gelê me yê Êzidî parastin û rêxistina xwe xurt bike û nemênin li benda hêzên cûda ku wan biparêzin. Jibo Êzidiyên Şengalê pêwistî bi sîstemeke xweser heye. Divê di warê aborî, siyasî û leşkerî de Êzidî xweser bijîn.” Atalan bal kişand ser nêzîkbûna KDP´ê da zanîn ku pêşmergeyên KDP´ê bê şer bikin, Şengal bêparastin hiştin û ev jî tê wateya ku ´Êzidî ne gelekê ku di ber de werin kûştinin´ û ev jî dide xûya kirin ku Pêşmergeyan îxaneteke mezin bi gelê Êzidî re kirine.

 

 

Ezidiler Özerk Bir Yapı İçerisinde Yaşamak İstiyor 1

Feleknas Uca

Piştî axaftina Atalan, namzeta HDP´ê ya Amedê Feleknas Uca mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser rewşa jinên Êzidî yên ji hêla Daîş´ê ve hatîn revandin û qala xebatên rizgarkirina jinên Êzidî kir. Uca da zanîn k udi kongreya jinan ya li Amedê de wan Platforma Rizgarkirina Jinên Êzidî damezrandiye û ev platform dê vê mijarê de xebatan bimeşîne. Uca wiha axivî: “Di encama xebatên me de derket holê ku nêzî 7 hezar jinên êzidî hîna di destê çeteyên Daîş´ê de ne. Trajediya ku bi sere gelê me yê Êzidî hatî, dê tu car neye jibîr kirin. Zarokên neh salî jî rastî tecavûze hatine.”

Uca jî bal kişand ser roja ku êrîş pêk hatî û da zanîn ku berî êrîşê hemû kesî dizanî ku Daîş´ê êrîşî Şengalê bike, lê tevî vê yekî jî tu bergirî nehatin girtin û Êzidî bê parastin hatin hiştin. Uca got ku; “Ger ku ji hêla pêşmergeyan ve hinek berxwedan hatibane kirin û bihiştane ku gele Êzidî xwe bi çek bike me îro qala van tiştan nedikir.”

Piştî axaftinan pirsên guhdarvanan hatin bersivandin. Li ser pirsa hilbijartinên 7´ê Hezîranê axaftvanan ev anîn ziman: “Cara yekemîn e ku du kesên bi nasnameyên Êzidî dê biçin parlemena Tirkiye û ev yek jibo gelê Êzidî rewşeke dîrokî ye. HDP´ê ji hemû bawerî û nasnemyên cûda namzetên xwe diyar kirine. Ev yek jibo pêşeroja Tirkiye gelek girînge. Serkeftina HDP´ê dê were wateya serkeftina gelan.”

Ezidiler Özerk Bir Yapı İçerisinde Yaşamak İstiyor 1

Panel bi banga xurtkirina xebatan bi dawî bû.

Heftemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Gik-Der´ê bi vê bernameyê bi dawî bû. Festîval 15´ê Nîsanê dest pê kiribû hefteyekî bi bernameyên cûr be cûr berdewam kiribû. Di bernameya festîvalê de Panel, Pêşangeh, nîşandana film û konser hatibûn li dar xistin. Festîvala îsal jiber êrîşên li ser wan li ser navê Êzidiyan hatibû kirin.

Reklam
Ülkeler Arası Bilgi Paylaşımları Başladı
Uluslararası anlaşmalar çerçevesinde bilgi paylaşımı sözleşmesi yürürlüğe girdi ve ilk paylaşımlar 2018 yılının ilk günlerinde maliye yetkilileri ve bankalar arasında...
Londra’da ‘Maraş’tan Roboski’ye; Unutmadık, Unutulmayacağız’ Paneli
Roboski Katliamı’nın 6’ıncı yılı ve Maraş Katliamı’nın 41’inci dolayısıyla Londra’da bulunun Kürt Toplum Merkezi’nde “Maraş’tan Roboski’ye Unutmadık, Unutturmayacağız!” başlıklı panel...
13 Yılın Ardından Gelen Görkemli Açılış
On yıldan fazladır inşaatı devam eden Cemevi’nin yeni binası Pazar günü yapılan büyük bir tören ile açılışı gerçekleştirildi. Açılışa Türkiye...
İngiliz Devrimcilerin Naaşları Londra’da
YPG saflarında DAİŞ’e karşı savaşırken Rakka’da yaşamlarını yitiren İngiliz enternasyonalist savaşçılar Jac Holmes ve Oliver Hall’un naaşları bugün öğleden sonra...
Şehit Düşen İngiliz Devrimciler İçin Kitlesel Karşılama Töreni
YPG saflarında DAİŞ’e karşı savaşırken Rakka’da yaşamlarını yitiren İngiliz enternasyonalist savaşçılar Jac Holmes ve Oliver Hall’un naaşları salı günü Londra’ya...
Londra Mehmet’ini Uğurlamaya Hazırlanıyor
Rakka’da Daiş çetelerinin saldırısında yaşamını yitiren Mehmet Aksoy (Firaz Dağ) 10 Kasım Cuma günü yapılacak törenden sonra Karl Marx’ın bulunduğu...
Londra Silah Fuarı Protesto Edilecek
Başkent Londra’da düzenlenecek olan uluslararası silah satış fuarı protesto edilecek. Türkiyeli ve Kürdistanlı kurumlar tarafından yapılan açıklamada Türkiye gibi ülkelerin...
Kürdistan’daki Savaş Londra’da Başlıyor
“Düşen her bomba, ‘terörle mücadele’ adına atılan her merminin bir yerde üretilmesi gerekiyor. Ve her nerede olursa olsun, bu üretime...
İskoç Polisi İki Gün Önce Kapısını Kırarak Girdiği Kürt Derneğinde Halkın Sorularına Cevap Verdi
Geçtiğimiz hafta İskoçya’nın başkenti Edinburgh’ta Kürt Toplum Merkezi ve bazı Kürt Halk Meclisi üyelerinin evlerine yapılan baskınlara tepkiler büyüyerek devam...
Ulus Group: Muhasebede Yakaladığımız Başarıyı Yayma Planımız Var
Başta muhasebe olmak üzere finans, kaza davaları, sigorta ve mortgage alanında çalışmalar yürüten Ulus Group, yeni şubeleriyle İngiltere genelindeki müşterilerine...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ