Ferqa AKP û DAIŞ tenê navê wan e

Ferqa AKP û DAIŞ tenê navê wan e

Li tevahiya Kurdistanê êrîşên AKP´ê li ser gelê Kurd bi awayekî hovane berdewam dikin. Tevî kuştina Jin, Ciwan û zarokên Kurd, wekî destebirayê xwe Daîş êrîşî cihên dîrokî dike. Êrîşa herî dawî li li hemberî Mizgefta dîrokî ya li Amedê kir. Daîş´ê jî tevî ku gelek mizgeftên şîayan herî dawî parezgeha dîrokî ya Palymra bi tevahî bi bombeyan rûxandibû.

Ferqa AKP û DAIŞ tenê navê wan e 1

Êrîşên dewleta Tirk li Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Li Nisêbînê di di roja pêncemîn ya qedexeya derketina kolanan de 5 welatî hatin qetil kirin. Tevî ku li Nisêbînê êrîşên hovane berdewam dikin, li Amed û navçeyên wên jî heman êrîş qetlîamên polêsên AKP´ê li hember sîvîlan û dîrokê berdewam dikin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja 7’emîn de qedexe û êrîş berdewam dikin. Du roj berê Mizgefta Kurşunlu ya dîrokî bibû hedefa polîsan û duh jî hem mizgeft hem jî malek di encama bombeavêj û gulebarana polîsan de şewitîn. Tevî ku ev êrîş li ber çavê rojnamegeran û welatiyan pêk hat jî AKP û serkêşê wê Erdogan xwest ku vê êrîşê bavêje ser PKK´ê.

CATEGORIES
Share This