Hejmara mirîyan gihaşte 79´an

Hejmara mirîyan gihaşte 79´an

Li herêma Kensington ya Londonê agir bi avahiya bi navê Grenfell Tower ya 27 qatî ket û di encamê de 79 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê payîn ku hejmara miriyan zêdetir bibe. Ji kesên ku li nexweşxanê tên derman kirin rewşa dehan jê di asta krîtîk de ye.

 

Şewata Grenfell Towerê roja Çarşemê saet derdora yekê sibehê ji qeta çaran dest pê kir û di demeke kin de tevahiya avahiyê pêça. Agir piştî du rojan bi tevahî hat vemirandin û hîna jî lêgerîna cenazeyan berdewam dike. Heta niha bi awayekî fermî hejmara miriyan wekî 79 hatiye diyar kirin. Lê tê payîn ku hejmar zêde bibe, jiber ku hîna kesên wenda hene û hejmara gelek kesên di nexweşxaneyê de jî giran e.

Ev çar rojin bi armanca “jibo Grenfell Tower Edalet” meşên protestoyî tên lidarxistin. Di derbarê bûyerê de lê pirsîn hatiye destpêkirin lê heta vê gavê kesek nehatiye binçav kirin.

Hikûmeta Brîtanî jibo mexdûrên bûyerê 5 mîlyon sterlîn ji bûtçeyê veqetandin û heta niha 200 hezar sterlîn li 180 malbatî hatiye parve kirin.

CATEGORIES
Share This