Copyright © 2005 - 2010 to www.telgraf.co.uk
Thursday, 09 Sep 2010
 
 
Nivîskarên kurd: Bila dawî li xwîn û kuştinê bê

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekî gavên erênî nirxandin û xwest êdî xwîn nerije.

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, der barê hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd de li avahiya (14.08.2009) komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê helbestvan Arjen Arî ve hate xwendin. Arî got ku hewldanên hikumetê ji bo çareseriyê gavên erênî ne û wiha berdewam kir: "Em hêvîdarin ku pirsgirêka bi salan e bûye sedema êşan, bi çareser bibe. Divê ji bo çareseriyê fikrên hemû kesî bên girtin. Hem dixwazin herkes bi hîstiyarî û li gorî zanistiyê nêzîkî vê rastiyê bibin. Divê her kes berpirsiyar bin."
Arî, helwesta CHP'ê û MHP'ê jî rexne kir û xwest dest ji van helwestên xwe berdin. Arî, got ku gelê kurd û tirk bi hezaran salan bi hev re jiyane û xwest êdî rê li pêşiya xwînrijandinê bê girtin.
Helbestvan Arjen Arî xwest dawî li kuştin, êş û rijandina xwînê were. Arî diyar kir ku ji bo çareseriyê çi dikeve ser milê wan dê bikin û xwest her kes ji bo çareseriya demokratîk hewl bide.