| Di ROJ TVê de ulkucuyek |
|
Heta niha gelek siyasetmedarên tirk tevli weşana ROJ TV’ê bûne. Lê taybetiyeke ku tevlibûna Kocabaş derdixe pêş heye. Mehmet Kocabaş beriya darbeya 12’ê Îlonê Serokatiya Ocaxên Nijadperestan a Stenbolê jî kiriye û di nava civata nijadperestan de tê nasîn. Kevneparlamenterê ANAP’ê yê Mêrsînê Mehmet Kocabaş tevli weşana ROJ TV’ê bû. Heta niha gelek siyasetmedarên tirk tevli weşana ROJ TV’ê bûne. Lê taybetiyeke ku tevlibûna Kocabaş derdixe pêş heye. Mehmet Kocabaş beriya darbeya 12’ê Îlonê Serokatiya Ocaxên Nijadperestan a Stenbolê jî kiriye û di nava civata nijadperestan de tê nasîn. PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ Mehmet Kocabaş ku pêr tevli bernameya Rojaktûlê ya ROJ TV’ê bû û pirsên rojnameger Erdal Er bersivandin, anî ziman ku Tirkiyeyê pêvajoyê demokratîkbûnê daye destpêkirin. Kocabaş wiha got: “Ev bi tenê pirsgirêka kurdan û gelên din nîn e. Pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Statûkoparêz bi senaryoyên tirsandinê gel û dewletê tînin hemberî hev. Pirsgirêk ji vir diqewime. Mixabin CHP û MHP statûparêziyê dikin.” TÊKILIYA CHP Û MHP’Ê Kocabaş hevfikirîna CHP û MHP’ê rawe kir û wiha got: “Tê zanîn ku dema CHP hatiye damezrandin 9 tîrên wê hebûn. Piştre daxistin 6 tîran. Wateya 9 tîran teoriya 9 tîrêjan bû. Piştre MHP’ê 9 tîrêj hildan. Ji ber hindêye ku di refleksa dewletparêziyê de her du partî dişibin hev.” KOCABAŞ KÎ YE? Kocabaş beriya Darbeya 12’ê Îlonê Serokatiya Ocaxa Nîjadperestên Tirk (Ulku) a Stenbolê dikir. Di nava cemaeta nîjadperestan de tê nasîn. Piştî darbeyê di hilbijartina yekemîn de (1983) ji bo Partiya Nîjadperestên Demokratîk (MDP) wekî parlamenterê Mêrsînê hate hilbijartin. Piştre derbasî ANAP’ê bû. Siyasetmedarekî ku nêzî Turgut Ozal bû. |


