Copyright © 2005 - 2010 to www.telgraf.co.uk
Thursday, 09 Sep 2010
 
 
Dêrsim an dê dîrokê binivîsîne an jî dê bibe dîrok

 

Li Dêrsimê li Bendava Çayir a Dirêj av hê jî tê pengandin. Li aliyê din jî xebatên bendavên din jî bênavber didomin.

 Piştî ku xebatên bendavan bi dawî bûn dê avhewaya Dêrsimê biguhere, gelek qadên Munzurê û Parka Mîllî jî dê taxrîp bibe. Ev herêm di cîhanê de taybetiya jiyana herî dewlemend diparêze.

Li Dêrsimê li Bendava Çayir a Dirêj av hê jî tê pengandin. Li aliyê din jî xebatên bendavên din jî bênavber didomin. Piştî ku xebatên bendavan bi dawî bûn dê avhewaya Dêrsimê biguhere, gelek qadên Munzurê û Parka Mîllî jî dê taxrîp bibe.  Ev herêm di cîhanê de taybetiya jiyana herî dewlemend diparêze.  Her wiha dê herêm xera bibe û dê bajar bê tecrîdkirin. Lê ligel vê gelê Dêrsimê dijî van pêkûtiyan bêdeng e.  Parêzer Bariş Yildirim diyar kir ku Dêrsimê diguherînin giravekê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dêrsim an berxwedana xwe dê bidomîne û dîrokê binivîsîne an jî dê bibe dîrok.”
Piştî bendava Çayir a Dirêj ya li ser Newala Munzurê  niha jî xebatên bendavên Akyayik, Konak Tepe, Konaktepe Hîdroelektîrîk 1 û 2, Bozkaya  û Kemerbel jî bênavber didome. Dêrsim jî li dijî vê texrîbatê bêdeng e. Seroka Komeleya Jina Dayika Fatma Nurhayat Bakiray der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Gelek mal di bin avê de man. Em hewl didin ku bibin dengê wan. Em li ser navê wan diaxivin. Ev rastiyeke ku hemû  nirxên wan di bin avê de mane. Dibistan kolan û sûk hemû di bin avê de man. Em belkî êşa wan baş fêm nakin. Lê li ber çavên me hemû nirxên wan di bin avê de man. Lewre em li dijî vê bêdeng man.

TAXRÎBATA HERÎ MEZIN E

Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê Yusuf Cengîz got ku Çemê Pulumur û Munzurê ji bo herêmê di warê turîzmê de roleke girîng dilîze. Cengîz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek cureyên masiyan di van çeman de hene. Zivistanê tesîsên cuda û havînê jî xanî rafîne û tesîsên masiyan tên avakirin. Ev jî ji bo turîzmê gelek girîng e. Derfetên niha gelek baş in. Ger ku bendav çêbibin dê hemû ji dest biçin. Hem erdnîgarî xera dibe û hem jî çavkaniya debarê ji dest diçe. Hemû cureyên masiyan dê tune bibin. Ji ber vê texrîbatê em nerazîbûnên xwe tînin ziman. Em teqez li dijî van bendavan in.”

TÊKOŞÎN HEWCE YE

Nûnerê ÎHD’a Dêrsimê parêzer Bariş Yildirim bal kişand ser bendava Çayirê ya Dirêj a li ser Newala Munzurê tê çêkirin û diyar kir ku şêniyên Dêrsimê li hemberî wê bendavê xwe bêdeng dikin. Yildirim, destnîşan kir ku bi bendavên ku tên çêkirin tê xwestin ku Dêrsimê bikin girav û wiha axaftina xwe dom kir: “Dêrsim her tim bi berxwedanên xwe di dîrokê de cih girt, lê niha bi bendavan ve dîrokeke nû tê nivîsandin. Heke şêniyên Dêrsimê nerazîbûnê li hemberî bendavê nîşan nedin dê Dêrsim bibe dîrok. Ew ji bêdengbûna şêniyên Dêrsimê re matmayî bûne.”