Ji Dadgeha İngiliz Biryareke Skandal

Ji Dadgeha İngiliz Biryareke Skandal

 

Li Îngîltereyê ji ber îxtîmala li hember DAIŞ’ê şer bike, jina ciwan a bi navê Şîlan Ozçelîk a 18 salî hat girtin.Ji Dadgeha İngiliz Biryareke Skandal 1

Hikûmeta Îngîltere ya ji aliyekî ve dibêje İli hember DAIŞ’ê têdikoşe, li aliyê din dadgehên wê jina ciwan a bi navê Şîlan Ozçelîk a 18 salî bi sedema hewl daye biçe li hember DAIŞ’ê şer bike girt.

Jina ciwan Şîlan Ozçelîk a li Londrayê bi malbata xwe re dijî, duh ji aliyê Dadgeha Westmînster Magîstrates ve di çarçoveya têkoşîna li hember ‘terorîzm’ê hat girtin û şandin girtîgehê. Ozçelîk, 16’ê Çileyê dema ji Elmanyayê vedigeriya Londra, li Balafirgeha Stansted hat binçavkirin, piştî îfadeyê bi awayekî negirtî bê darizandin hatibû berdan. Ozçalîk a duh derket pêşberî dadgeha Dün Westmînster Magîstrates bi sedema hewl daye tevlî PKK’ê bibe hat sûcdarkirin û li gor xala 5 (1) (a) a qanûna têkoşîna bi terorê re hat girtin.

Ozçelîk, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ li hember Kobanê destpê kirin, 27’ê Cotmeha 2014’an ji Londra çûbû Bruksel. 16’ê Çile vegeriyabû. Piştî Ozçelîk ji Londra veqetiya, gelek navgînên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî ragihandibûn ku Ozçelîk ji bo tevlî YPJ’ê bibe çûye Kobanê. Lê di rastiyê de tiştek wisa tune bû.

Girtina Ozçelîk rastî nerazîbûnan hat. Di tevna civakê de ji bo Ozçelîk bê berdan kampanya hatin destpêkirin. Di adresa . Change.org web di bin navê ‘Free Silhan Ozcelik Now’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

CATEGORIES
Share This