Ji Saziyên Kurdistanî û Tirkiye Banga Hilbijartinên Brîtanya

Ji Saziyên Kurdistanî û Tirkiye Banga Hilbijartinên Brîtanya

Yekitiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya jiber nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên li Brîtanya daxûyaniyek hevpar dan. Di daxûyaniyê de hat xwestin ku denge xwe nedin partiya Muhafazakar (Conservative) û partiya nîjadperest UKIP´ê, lê nehat diyar kirin ku dengê xwe bidin kîjan partiyê.

Ji Saziyên Kurdistanî û Tirkiye Banga Hilbijartinên Brîtanya 1

Yekitiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya ya ku gelek sazî û rêxistin di nav de cîh digirin roja Duşemê li navenda Cemevî daxûyaniyek hevpar dan û bang li gel kirin ku dengê xwe bidin partiyên ku li xwedî kedê derdikevin. Di daxûyaniya hevpar de wiha hat gotin:

“Partiya Mûhafazakar (Concervatives) ji dema hatîn ser kar ve krîzek aborî rûdaye û barê vê krîzê daniye ser pişta kedkaran. Hûkûmeta koalisyon ya ji Partiya Muhafazakar û Partiya Lîberal Demokrat pêk tê di aliye perwerde, tendûristî û alîkariya sosyal de gelek qûtkirin û êrîş pêk anîne. Gelek kedkarên wek mamoste, xebatkarên şaredariyan û metroyê ji kar hatine avêtin.

Em wekî penaberên Kurdistanî û Tirkiye divê tevlî rojeva welatê ku em lê jiyan dikin bibin û divê soza ku em bibêjin hebe. Em wekî Yekitiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya bang li gele xwe dikin ku dengen xwe bidin partî koalîsyonên li aliye kedkaran.”

Piştî daxûyaniyê pirsên rojnamevanan hatin bersivandin. Pirsa sereke ew bû ku di daxûyaniyê de navê partiyeke deng jê re tê xwestin nehat gotin bû. Ev pirs wiha hat bersivandin: “Me wekî 17 sazî ev daxûyaniya hevpar amade kiriye û di nav me de kesên ku partiyên cûda piştgirî dikin hene. Jiber vê yekê me navê tu partiyan negot. Lê em ji gele xwe dixwazin ku tevlî hilbijartinan bibin û bêdeng neminin.”

CATEGORIES
Share This