Ji xwendevanên SOAS´ê Jibo girtiyên greva birçîbûnê çalakî

Ji xwendevanên SOAS´ê Jibo girtiyên greva birçîbûnê çalakî

Ji xwendevanên SOAS´ê Jibo girtiyên greva birçîbûnê çalakî 1

Lî paytext Londonê xwendevanên zanîngeha SOAS´ê ji bo piştgiriya bi 29 girtiyên li girtîgeha Ûrmiyeyê yên ku 27 roj in di greva biçîbûnê de ne, çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên piştgirya bi berxwedana girtiyên girtîgeha Urmiyeyê de roja Înê xwendevanên zanîngehê li pêşiya zanîngeha SOAS´ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin daliqandin û jibo girtiyan banga hişyariyê li saziyên parastina mafên mirovan hat kirin.

Di axaftinên hatîn kirin de, ji dewleta Îranê hat xwestin ku dawî li zextên li ser girtiyên siyasî bîne. Beşdarên çalakiyê kiryarên Dewleta Îranê ya li dijî çalakvanên siyasî yên ku ji bo azadî û rûmeta gelê xwe têdikoşin, şermezar kirin. Her wiha ji tevahiya rêxistin û saziyên mafên mirovan xwestin ku bi erka xwe ya li hemberî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Urmiyeyku ev 27 roj in di greva biçîbûnê de ne rabin.

Çalakiya xwendevanan bi dirûşmên silavkirina berxwedana  girtiyan bi dawî bû.

Ji xwendevanên SOAS´ê Jibo girtiyên greva birçîbûnê çalakî 1

CATEGORIES
TAGS
Share This