Jibo Kobanê û Şengalê Pêşangehek Berfireh

Jibo Kobanê û Şengalê Pêşangehek Berfireh

Jibo Kobanê û Şengalê Pêşangehek Berfireh 1

Jibo gelê Kobanê û Şengalê yên jibe êrîşên çeteyên Daîşê koçber bûyîn li paytext Londonê pêşangehek berfireh tê organize kirin.

Pêşangeha ku amadekariyên bi dawî bûyîn ji hela Meclîsa Jinan a Roj û Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ve tê li dar xistin. Hemû alîkariya ku ji pêşangehê bê berhev kirin dê bi rêya Heyva Sor A Kurdistanê jibo Kobanê û Şengalê bê şandin.

Di pêşangehê de dê wêneyên herî dawî ji Kobanê, Pirsûs û Başûrê Kurdistanê bên nîşandan. Wekî din jî dê xebatên du hunermendên jin Derya Erkan û Pinar Kalayci jî bên nîşandan.

Pêşangeha roja Înê dest pê dike, dê roja Şemiyê bi bernameyeke cihêreng bi dawî bibe. Di bernameya roja Şemiyê de, dê standên xwarinên Kurdî û bergên jinan bên vekirin û komên mûzîkê derkevin ser dikê.

Wênekeşên ku wêneyên wan di pêşangehê de bên nîşandan: Aylin Kizil, Firat Aygun, Gencer Yurttas, Lezgin Kani, Husamettin Bahceci, Refik Tekin, Tolga Sezgin, Saner Sen, Fatma Celik, Yasin Akgul, Yunus Emre Aydin, Meltem Ay, Erem Kansoy, Gail Orenstein.

Dîrok: 27 – 28 Sibat (În-Şemî) Saet navbera 12:00 û 17:00

Cih: Halkevi (33 Dalston Lane. E8 3DF)

CATEGORIES
Share This