Jinên Kurd Amadekariya Festîvalê Dikin

Jinên Kurd Amadekariya Festîvalê Dikin

Jinên Kurd yên li Brîtanya amadekariya sêzdehemîn festîvala Zîlan dikin. Festîvala ku di 25´ê Hezîranê de dest pê dike dê du rojan bi çalakiyên cûrbecûr berdewam bike.

Festîvala Zîlan ya ku awayekî gelerî her sal tê kirin dê îsal jî bi bernameyeke dewlemend were li dar xistin. Festîvala ku bi şiara “li qadên xweser, têkoşîna azadiyê mezin dikin” tê kirin dê 25 û 26ê Hezîranê were li dar xistin.

Di bernameya du rojan de bernameyên ji panel, atolye, mûzîk, nîşandana fîlman, çalakiyên zarokan pêk tên werin li dar xistin. Di çarçoweya festîvalê de belgefîlma ´Sara-Tev şer bû jiyana min´ ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz ya ku li Parîsê bi du hevalên xwe re hatibû qetil kirin bê nîşandan.

Di roja duyemîn ya festîvalê de parlamentera HDP´ê ya Şirnexê Leyla Birlik dê tevlî panelê bibe.

Jibo Festîvala ku ji hêla Meclîsa Jinan Ya Roj ve tê kirin, daxûyaniyek niviskî hat weşandin. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin;

“Sêzdehemîn Festîvala Jinan ya Meclîsa Jinan Ya Roj 25´ê Hezîranê roja Şemiyê dest pê dike. Jinên Kurd yên li Brîtanya her sal bi mezinkirina rêxistinê û coşeke mezin xwe ji festîvalê re amade dike. Jinên kurd têkiliyên di warê raman û hestên germ de de avakirî xûrttir dike.

Deskeftiyên çanda berxwedanê ya têkoşîna jinên Kurd bi rêya muzîk, dans û peyvan tê ziman. Festîvala Jinan ya Zîlan her sal hêvî û biryardariya me mezin dike.

Îsal em ê bi rihê Sara û Sêvê û hemû jinên berxwedêr bi şiara “li qadên xweser, têkoşîna azadiyê mezin dikin” li hev kom bibin.

Gotinên me, stranên me û dirûşmên me dê bi şiara berxwedanê bin. Wê rojê dê ken û nêrînên me li hev bikevin. Ev ne tene şahiyek e, jibo mezin kirina hêzê em ê li cem hev bin.

Bi panel û atolyeyan em ê li bersiva pirsên di sere xwe de bigerin, dakevin çavkaniya pirsgirêkan û hemû bi hev re çaresariyê peyda bikin.

Dê pêşî fikir biherikin. Jinên avakarê netewa demokratîk dê biaxivin. Avakirina civaka azad û xweser ya ku Asya Yuksel, Pakîze Nayir û Fatma Uyar canê xwe di wê rê de feda kirîn bê vegotin.

Em ê xebatên bi temaya Jineolojî ya ku wekî zanistiya moderniteya demokratîk tê rawe kirin û têkiliyên evrensel yên avakirî û şerê bi bi aqilê mêr re bimeşînin.

Di çarçoveya festîvalê de, şîdeta li dijî jinê, derûnîya zarokan û li hember pirsgirêkên civakî rêbazên çareseriyê dê bên nîqaş kirin. Jin dê bi hêvî, pêşniyar û rexneyên xwe dê planlama xebatê ya dema pêşiya me çêkin.

Bi armanca piştevaniya bi malbatên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê re kermesa me dê tevahiya rojê vekirî be.”

Jinên Kurd Amadekariya Festîvalê Dikin 1

 

CATEGORIES
Share This