Kongreya Meclîsa Gelê Kurd ya Brîtanya tê li dar xistin

newroz-genel1

Meclîsa Gelê Kurd ya Brîtanya roja Yekşemê 8´emîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe.

 

Rêxistina herî bilind ya Kurdên Brîtanyayê Meclîsa Gel di çarçoveya ji nu ve xwe bi rêxistin kirinê de ev demeke dirêje xebatan dimeşîne. Ji hêla berpirsiyarên meclîsê ve daxûyaniyek hat dayîn û bang li gelê Kurd hat kirin ku di heyama nu cihê xwe di nav meclîsê de bigirin. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin; “Em di kongreya xwe ya Heştemîn de bi awayekî  nu li gorî pîvanên neteweya demokratîk xwe ji nu ve bi rêxistin dikin. Di vê çarçoveyê de em ê xwe li gorî pêwistiyên demê û pêvajoyê rêxistina xwe xûrt bikin.”

 

Heştemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Gel dê 22´yê Hezîranê roja Yekşemê, saet 13:00´an li Navenda Civaka Kurd (KCC) li Haringeyê were li dar xistin.

CATEGORIES
Share This