Li Brîtanyayê skandalên pedofîlî yên siyasetmedaran dîsa di rojevê de ne

Li Brîtanyayê skandalên pedofîlî yên siyasetmedaran dîsa di rojevê de ne

child-abuse

Li Brîtanyayê skandalên Pedofîlî yên di salên 1970 û 80’î de rû dan û tê texmînkirin ku gelek wezîr û parlamenter jî ketine nav ji nû ve ketin rojevê. Ya herî zêde tê bilêvkirin ev e ku di dema, Margaret Thatcher de gelek dosyayên pedofîlî yên têkildarî siyasetmedaran hatine windakirin.

114 dosyayên aîdî wê demê ku di carekê de winda bûn, Serokwezîr Davîd Cameron ê li ber zexta debar nekir, ji bo dîtîna wan dosyayan talîmat da. Alîkarê Serokwezîr serokê partiya Lîberal Nîck Clegg jî, îddîa dike ku lêpirsînên heyî têr dikin.

Têkildarî skandalên pedofîlî yê tê texmînkirin ku siyasetmedarên Îngîlîzî jî ketine nav ku hê dewam dikin, 114 dosyayên sala 1983 li welêt ku winda bûn nîqaşên der barê skandalên pedofîlî de ji nû ve ketin rojevê. Di sala 1983’an de Parlamenterê Partiya Muhafazakar (Torîes) Goeffroy Dîckens têkildarî skandalên pedofîlî  ku dosya dan  Wezîrê Karên Hundir Leon Brîttan, di wan dosyayan de agahiyên ku navên ‘pir pir mezin’ ên di nav siyasete de li hember zarokan destdirêjiya cinsî kirine hene.

Leon Brîttan ê di nav hefteyê de daxuyanî da, îddîa kiribû ku dosyayên wê demê ketibûn destê wî pêşkeşî ‘otorîteyên pêwendîdar’ kiribû. Ligel vê hatibû îdîakirin ku Brîttan jî di sala 1967’an de bi sedema li hember xwendekareke zanîngehê destdirêjiya cinsî kiribû, ji aliyê  polîs ve hatibû jêpirsînkirin. Lewma gotinên Brîttan ê di dema Margaret Thatcher de yek ji navên bihêz bû gelek kes jê bawer nakin.

JI BO PARASTINA PERGALA RÛNIŞTÎ TUNE KIRINE

Norman Tebbît ê di dema Thatcher de ew jî yek ji navê girîng bû û yek ji serokên berê yê Partiya Muhafazakar Norman Tebbît, di axaftina xwe ya BBC de diyar kiribû ku dibe ku li ser bûyerên salên 70 û 80’î hatibin girtin. Tebbît diyar kir gelek kesên wê demê di wê fikre debûn ku parastina pergala rûniştî girîng e.

JI BO PARASTINÊ BI DEHHEZARAN ÎMZE HATINE KOMKIRIN

Têkildarî skandalên Pedofîlî, di dema Serokwezîr David Cameron hejmara kesên dixwazin di asta neteweyî de lêpirsîn bê vekirin zêde dibe, di kampanyaya îmzeyan a şevê din ji aliyê parlamentere Partiya Karkeran hat vekirin, heta niha 30 kes beşdar bûne.

Yek ji rêveberê partiye Yvette Cooper, diyar kir ku lêpirsîna dixwazin pêk were pêwîst e ji aliyê kesên di aliyê parastina zarokan de pispor bê rêvebirin.

Tê texmînkirin ku li Brîtanyayê di navbera salên 1960 û 1990’an de bi sedan heta bi hezaran zarok bûne qurbanê destdirêjiya cinsî. Gelek ji wan  jî ji zarokên baregehên perwerdeyê pêk tên.

Têkildarî Parlamenterê berê yê Partiya Lîberal Cyrîl Smûth û yek ji pêşkeşvanê navdar ê BBC Jîmmy Savîle agahiyên destdirêjiya cinsî di sala 2012’an dederketibûn holê. Di nav tevna li derdora Savîle tê hûnandin tê texmînkirin ku gelek siyasetmedar jî di nav de hene.

CATEGORIES
Share This