Li Londonê Bi Hezaran Kes Jibo Krîza Xaniyan Derketin Qadan

Li Londonê Bi Hezaran Kes Jibo Krîza Xaniyan Derketin Qadan

Londra’da Yaşanan Konut Krizine Karşı Binlerce Kişi Alanlara Çıktı 1

Dawiya hefteyê li paytext Londonê jibo krîza xaniyan bi hezaran kes derketin qadan û li pêşiya şaredariya bajarê mezin ya Londonê polîtîkayên şaredariyê şermezar kirin. Krîza xaniyan li paytext Londonê roj bi roj mezintir dibe û bi hezaran malbat bi tirsa bêmal manê re rûbirû ne.

Di çalakiya bi navê “March For Homes” de ji 5 Hezaran bêhtir kes li hev kom bûn û ji du milan meşîn heta ber avahiya şaredariya bajarê mezin ya Londonê. Di meşê de çalakvanan bê navber “Pêşî însan, paşê kar” û “ji qûtkirinan re na” qêriyan.

Li paytext Londonê kirêya xaniyan û bûhayê xaniya her roj bilindtir dibe û gelek malbatên xîzan bêçare dimînin ku dev ji civaka ku di nav de berdin derkevin derveyî Londonê. Çalakvanan bang li Boris Johnson kir ku li hember vê krîzê bergiriyan bigire û xaniyên nû ava bike.

Pêşengên çalakiyê dan xûya kirin ku niha li paytext Londonê 344 Hezar kes di lîsteya şaredariyan de li benda xaniyan e û kirê ji sedî 13 bûha bûne.

Li gorî lêkolînan salê 63 Hezar xanî divê bên ava kirin da ku bibe bersiv ji îhtiyacan re. Lê niha çaryeka vê tê ava kirin. Ji ber kêmbûna xaniyan û polîtîkayên dewletê wekî “help to buy” bûhayê xaniyên di salên dawî de derket du qatan.

Piştî çalakiyê komeke ji pêncî kesî bêhtir çalakiya xwe berdewam kir. Polêsan mûdaxeleyî komê kir û di navbera polês û çalakvanan de alozî derket.

 

CATEGORIES
Share This