Li Londonê Coşa Newrozê

Li paytext Londonê Newroza 2014´an bi tevlîbûneke mezin bi awayekî coş hat pîroz kirin. Roja Yekşemê bi hezaran Kurd û dostên wan li Finsbury parkê kom bûn.

Pîrozbahiya Newrozê bi deqek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê girseyê bi yek dengî dirûşmeya ´şehîd namirin´ qêriyan. Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa gelê Kurd ya Brîtanya, Yekîtiya Hêza Demokratîk, Partiya Goran, PÇDK û MLKP axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatîn kirin de bi piranî bal kişandin ser pirsgirêka Kurdan û hat gotin ku Kurd nema bindestiyê qebûl dikin.

Di pîrozbahiyê de Parlementera partiya Aşitî û Demokrasiyê ya Îdirê Perwîn Buldan jî axaftinek kir. Buldan bal kişand ser pêvajoya dawî û da zanîn ku di vê pêvajoyê de hikûmeta tirk berpirsiyariyên xwe nayêne cih û pêvajoyê dixe xetereyê. Buldan axaftina xwe wisa berdewam kir: “Ev salek di ser pêvajoya ku ji hêla rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatî destpê kirin derbasbûye, Lê hîna hikûmeta AKP´ê tu gavên berbiçav neavêtine û şens nade aşitiyê”.

Buldan bal kişand ser hilbijartinên roja Yekşemê û wek ezmûneke dîrokî bi nav kir. Buldan wiha got: “Di hilbijartinên herêmî de her ray û her şaredariya bê bi dest xistin dê gelê Kurd gavekî bêhtir nêzî aşitî û azadiyê bike. 30 Adarê jibo me referandûm e, ef refarandûm dê pêşeroja Kurdan nîşan bide. Vê hilbijartinê em ê bi sitandina Qers, Agirî, Mûş, Bitlîs û Rihayê şoreşê pêk bînin.

Parlementer Buldan bang li Kurdên Ewrûpa jî kir ku di hilbijartinên herêmî de alîkariya BDP û HDP bikin. Buldan wisa axivî: “Daxwaza me ji gelê me yê Ewrûpa ew e ku jibo hilbijartinê piştgiriya xwe bi partiya wan re nîşan bidin û bi nasên xwe yên li welat re bikevin têkiliyê û piştgiriya BDP û HDP ji wan bixwazin”.

Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk ya ku gelek rêxistinên demokratîk di nav de cih digirin axaftinek hat kirin. Di axaftinê de girîngiya yekîtiya hêzên demokratîk hat kirin. Axaftin wisa berdewam kir: “Ji roja ku dewleta Tirk hatî damezrandin heta îro polîtîkayên yek ziman, yek netew, yek ol êşên mezin bi gelê me dane jiyandin. Hikûmeta AKPê mecbûr ma ku bi rêberê PKK Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan bike, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Divê bersiva vê yekê di hilbijartinên herêmî de were dan”.

Wekî din di pîrozbahiya Newrozê de parlementer Jeremy Corbyn, Şaredarê Enfildê Doug Taylor, endamê partiya kesk Shahrar Ali, endamê partiya demokratên liberal Jonathan Fryer, serokê komisyona adalet û aşitiyê Father Joe Ryan û Profesor Mary Davis jî axivîn. Axaftvanan bi kurdî Newroz pîroz kirin û piştevaniya xwe bi gelê Kurd re diyar kirin.

Di pîrozabahiyê de hûnermendên wek Kawa, Meral Tekçi, Jala, Koma Sersî, Erkan Baydar û Ali Ihsan Dogan derketin ser dikê û sitranên xwe pêşkêş kirin. Qoroya Zarokan û Govenda jinan jî di bernamê de cihê xwe girtin.

Li gorî komîteya amadekar hejmara kesên tevlî bernamê bûyî ji 5 hezaran derbas kir. Pîrozbahî heta saet heftê êvarî bi coş berdewam kir.

CATEGORIES
Share This