Li Londonê li dijî Misilmanên ji mizgeftê derdiketin êrîş: 1 mirî, 10 birîndar

Li Londonê li dijî Misilmanên ji mizgeftê derdiketin êrîş: 1 mirî, 10 birîndar

Li nêzî Mizgefta Fînsbûry Park a li Londonê, ajokarekî wesayita xwe bi ser mirovên ji mizgeftê derdiketin ve ajot. Di bûyerê de kesek mir û 10 kes birîndar bûn.

 

 

 

Bûyerê roja Duşemê saet di 00:20 de li kolana Seven Sîsters a li bakurê Londonê qewimî. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Polîsan ragihand, ajokarê  47 salî ji aliyê mirovên li cihê bûyerê ve hatiye girtin û piştre ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Kesê ku êrîş pêkanî bi navê Darren Osborne yê ku ji bajarê Cardiffê ye.

Îro û duh tevî serokwezîr Theresa May û serokê Partiya Karkeran bi sedan kesan serdana cihê bûyerê kirin û kûlîlk danîn cihê bûyerê.

CATEGORIES
Share This