Li Londra li ber Sefaretxaneya DYA çalakî

Li Londra li ber Sefaretxaneya DYA çalakî

Li Londra li ber Sefaretxaneya DYA çalakî 1

Li paytext Londra ji bo xwedîderketina li berxwedana dîrokî ya Kobanê Kurdistanî li ser piyan e. Kurdistanî û dostên wan ên li Londra dijîn Yekşemê nîvê şevê daketin qadan. Roja Duşemê jî saetên zû yên sibehê li ber Sefaretxaneya Amerîka ya li Londra kom bûn.

20 rojên dawî ne li paytext Londra çalakiyên bênavber ên piştgiriya bi Kobanê re dewam dikin. Dawiya hefteyê li ber avahiya serokwezîrtiyê bi tevlîbûna bi hezaran kesî mitîng û meş hat lidarxistin. Piştî şer û pevçûnên li Kobanê dijwar bûn duh nîvê şevê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan.

Girseya li herêma Harîngey a bakurê Londra ketin meşê rê li hatinçûnê girtin û bi saetan meşiyan. Girseya heya herêma Wood Green meşiya tevî hemû astengiyên polîsan jî çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakvanan gotin “Ji bo Kobanê êdî ji bo me xew heram e” serê sibehê bi meşa heya ber Navenda Civaka Kurd vegeriyan.

Kurdistaniyên şeva xwe di çalakiyê de derbas kirin, di saetên serê sibehê de li ber Sefaretxaneya Amerîka ya li navenda Londra dest bi kombûnê kirin. çalakiya di serî de DYA hemû hêzên navneteweyî ji bo bi lezgîn bikevin nav tevgerê bang hat kirin, didome. Li gel barîna barana zêde girseyê diyar kir wê çalakiya xwe ya li ber sefaretxaneya DYA bidomînin û diyar kirin ji vê saetê şûnde wê di çalakiyan de ti sînorekî nas nekin.

CATEGORIES
Share This