Li nav refên YPG’ê ciwanekî Tirk: Bi rihê Gezî li Kobanê me

Li nav refên YPG’ê ciwanekî Tirk: Bi rihê Gezî li Kobanê me

tirko1 copy

Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên demeke dirêje êrîşî şoreşa gel a Rojava dikin, bi sedan ciwan ref bi ref diherikin nava YPG/YPJ’ê.

Tevî ciwanên Kurd, ciwanên Tirk, Ereb, Ermenî û Elewî jî li ser banga “seferberiyê” hatin Kobanê û li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Yek ji van ciwanan jî ciwanekî Tirk ê bi navê Ciwan Turko ye.

Li gorî nûçeya Îsmaîl Eskîn ê ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Tirko ji 15 saliya xwe û vir ve xwedî nêrînên polîtîk e, berê di nava tevgerê şoreşgerî yên Tirkiyeyê de cih girtiye û herî dawî jî tevlî berxwedana li Gezî bûye.

Turko rexne li tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê kir ku li pêşberî rewşa li Rojava tê jiyîn xemsar in û diyar kir ku hesabê Roboskî, Dayikên Şemiyê û gelek komkujiyên din nehatiye pirsîn.

Turko axaftina xwe wiha dewam kir:

“Di berxwedana Geziyê de Alî Îsamîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Berkîn Elvan ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Me ji bo vê yekê tu tişt nekirin. Dema me hewl dan tiştekî bikin, dewleta faşîst derket pêşiya me. Ez kesekî xwedî wicdan im. Ez ji bo encamekê bigirim li vir im.”

Demeke dirêj bû ku min rewşa li Rojava dişopand. Min dît ku ji her alî ve zext li Kurdan tê kirin. Mêtîngerî û zilm qet naqedexe. Min desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê jî dît. Berê wan didin gelên Rojava, gelên Kurdistanê û dixwazin tune bikin. Bi rûmeta xwe ez hatim vê derê. Bi vîna xwe weke Tirkekî min ev yek ji bo xwe weke rûmetekê dît. Eger îro li cem rêhevalên xwe nebûma, wê rojekê ev xeterî bihata ber deriyê me jî. Li vê derê gelek rêhevalên me hene. Gelên Kurd, Ereb, Elewî, Sunnî û Ermenî emê li dijî berhema emperyalîzm û kapîtalîzmê DAIŞ’ê şer bikin. Jİ bo azadiya me, aştiya me û biratiya gelan emê şer bikin.”

Turko da xuyakirin ku demeke kurt e ew hatiye Kobanê û got: “Em li vir jiyaneke komun dijîn. Em bi gelê xwe re bi hev re dijîn. Em parvekirinê hîn dibin û perwerdehiyê dibînin. Em hezkirin û hurmetê mezin dikin.

Em li vê derê sosyalîzmê dijîn. Li cîhaneke ku min xeyala wê dikir, dijîn. Gelekî kêfxweş im ku li vir im. Bang li her kesên ku biratiya gelan diparêzin dikim ku bên Rojava.”

 

BI RIHÊ GEZÎ LI KOBANÊ ME

Turko bibîr xist ku ew hatiye ji bo azadî û aştiyê şer bike û destnîşan kir ku di vê oxirê de ewê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşe.

Turko bang li her kesên xwedî hezkirina mirovahiyê kir, ku tevlî refên wan bibe û got, “Ez vê yekê weke wezîfeyeke bi berpirsyarî dibînim. Her gava rast a em li vê derê biavêjin wê ji bo bedewbûna jiyanê bibe pêlikek. Emê pêşerojeke bi rûmet ji zarokên xwe re bihêlin.” Turko da zanîn ku ew bi dildariyajiyana azad li Kobanê ye û got, “Em li vê derê bi awayekî azad dijîn. Bi rihê Gezî li Kobanê me. Şoreşa gel a Rojava ji bo me hemûyan mînakeke.”

CATEGORIES
Share This