London Li Hemberî Polîtîkayên AKP´ê Rabû Ser Piyan

London Li Hemberî Polîtîkayên AKP´ê Rabû Ser Piyan

Piştî komkûjiya Pirsûsê ya di encamê de 31 ciwanên SGDF´yî hatîn qetil kirin dewleta Tirk polîtîkayên şer xistin meriyetê. Li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê operasyonên qîrkirinên siyasî hatin meşandin û di bin navê terorê de li tevahiya welêt terora dewletê hat meşandin. Hikûmeta AKP´ê û serokkomar Erdogan bi van kirinan jî têr nebûn û li hemberî herêmên gerîlla ango çiyayên Qendîlê êrîşên hewayî hatin li dar xistin.

London Bridge’de işgal edildi 2

Li see Tower Bridge çalakî hat kirin

Jibo şermezar kirina polîtîkayên şer ên AKP´ê li paytext Londonê gelek çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên di bin navê Hêza Yekîtiya Demokratîk yak u gelek rêxistin di nav de cih digirin hatin kirin de tevahiya hefteyê li deverên cûda berdewam kirin û di van çalakiyan de hat gotin ku ew ê rê nedin ku AKP bi polîtîkayên xwe yên qirêj Tirkiye bixe qada şer.

15

Roja Şemiyê li pêşiya serokwezîriya Brîtanya bi sedan kes hatin cem hev û polîtikayên AKP´ê şermezar kirin. Bi sedan kesên bi banga Hêza Yekîtiya Demokratîk ya Brîtanya hatîn cem hev alên PKK, YPG, MLKP û gelek rêxistinên din rakirin û pankartên li dij AKP´ê hatin rakirin. Gelek rêxistin û saziyên xerîb wekî Koalîsyona şer bidin sekinandin, komên anarşîst jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Parlementera Partiya Karkeran ya Edmontonê Kate Osamor, nûnerê Stop The War Coalition û rêxistinên sosyalîst axaftin kirin û bang li dewleta Tirk kirin ku dev ji polîtîkayên dij Kurd berde.

5

Bi sedan Kes li Navenda Londonê Meşiyan

Piştî axaftinan girse ber bi navenda bajêr bi sloganan dest bi meşê kir. Li qada Picadilly jibo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin rê li trafîqê hat girtin. Piştî wê girse ber bi avahiya televizyona BBC ve meşiya.

6

Bi sedan kes ji pêşiya Serokwezareta Britanya heta pêşiya televizyona BBC meşiyan

Çalakvan ketin hewşa BBC´yê û li ber deriyê giştî rûniştin û xwestin ku BBC di nuçeyên xwe de balê bikişîne ser rewşa heyî. Tevî ku soz hatin standin çalakvan ji pêşiya derî dûr ketin û rê ji çûn û hatinê re vekirin. Lê berpirsên BBC di dawiyê de dan zanîn ku ewên nikaribin nuçe li ser vê mijarê binivîsin. Piştî vê biryarê tevî astengkirina polêsan girse dîsa hat ber derî û derî ji çûn û hatinê re girt. Çalakiya pêşiya BBC nêzî 2 saetan berdewam kir û di saeta nuçeyên şevê de girseyê bi hev re deng derxist. Piştî pênc saetan çalakî bi dawî bû.

Gazi’deki Polis ablukası Londra’da protesto edildi 1

Rêya Dalstonê li trafîqê hat girtin

Wekî din roja Yekşem û Duşemê jî çalakiyan berdewam kir. Ciwanan li Haringeyê, Federasyona Elewiyan Li Dalstonê û MLKP´iyan jî li Manor house çalakî li dar xistin.

54

 

Trafalgar’da oturma eylemi 17

çalakiyek li Trafalgar Square jî hat li dar xistin

 

 

CATEGORIES
Share This