Metroya Oxford Circus bi çalakiya Kobanê hat rawestandin

Metroya Oxford Circus bi çalakiya Kobanê hat rawestandin

Oxford Circus istasyonu işgal edildi 5

Kurdistaniyên li Londona paytexta Îngilîstanê dijîn, roja Duşemê di saetên danê sibê de li ber Serbalyozxaneya DYA’yê çalakiyek li dar xistin. Kurdistaniyan di saetên danê nîvro de jî li îstasyona metroyan a Oxford Circus ku weke dilê gihandina Londonê tê zanîn, ji bo Kobanê çalakî li dar xistin û bi saetan seferên trenan hate rawestandin.

Bi dehan polîsên Îngilîz hatin cihê çalakiya ku bi saetan hemû seferên trenan rawestand. Çalakiya dagirkirinê ya Kurdan bû sedem ku li derdorê qelebalixeke mezin çêbibe û megafona ku çalakgeran li cihê çalakiyê ji bîr kir, bû sedema gumanan. Ji ber ku gotin qey megafon bombe ye, gelek polîsên tîmên taybet hatin îstasyona Oxford Circusê.  Piştî ku çalakger hatin megafonê wergirtin, rêya îstasyonê hate vekirin.

Girseyê piştî çalakiyê daxuyanî da û got: “Em weke Kurdên li Brîtanyayê, het aku xeteriya komkujiyê ya li ser Kobanê berdewam bike, em ranazin û nahêlin kes razê. Em ne rehet in û em nahêlin kesek rehet bimîne. Heta Kobanê rehet nebe, em nahêlin tu kesek li Londonê rehet bibe. Heta cîhan guh nede vê bangê û hiş û bala xwe nede ser Kobanê em ê bandorê li jiyana rojane ya her kesî bikin.”

CATEGORIES
Share This