Piştevaniya Alxasiyan bi Kobanê re berdewam dike

Piştevaniya Alxasiyan bi Kobanê re berdewam dike

Piştevaniya Alxasiyan bi Kobanê re berdewam dike 2

Piştevaniya komeleya Alxasiyan bi penaberên Kobanê re berdewam dike. Bi armanca piştevaniya bi Kobanê re, ji hêla komeleya Alxasiyan ve li Cemevî roja Aşureyê hat li dar xistin.

Di roja Aşureyê de bi sedan kes hatin cem hev û bi armanca alîkariya bi Kobanê re 7,200 Sterlîn hatin kom kirin. Berî niha jinên Alxasî jî bi çekirin û firotina nan jibo Kobanê 25 hezar Sterlîn kom kiribûn.

Berî niha jî kampanyayek hatibû li dar xistin û li ser navê komeleya Alxasiyan heyetek çûbû Bakurê Kurdistanê Pirsûsê. Heyetê li vir 250 kon û bûhayê 40 Hezar lîrayên Tirkî xwarin teslîmî qempa penaberên Kobanê hatibû kirin.

Li gorî agahiya ku serokê komeleya Alxasiyan Cevdet Karakoç dayî rojnameya me, dê îro heyetek li ser navê komeleyê dîsa biçe Pirsûsê û li gorî pêwistiyên qempê dê pereyên hatîn top kirin bê xerc kirin.

CATEGORIES
Share This