Polêsên Îngilîz êrîşî xwepêşandana jinan kirin!

Polêsên Îngilîz êrîşî xwepêşandana jinan kirin!

İngiliz polisinden Kürt kadınlara sert müdahale 1

Çalakiya Jinên Kurd ya li pêşiya parlamentoyê rastî êrîşa polêsên Îngîlîz hat. Polêsan êrîşî xwepêşandanan kir û çalakvanek bi pehîna xist binçavan.

Li paytext London roja Sêşemê danê nîvro komek jinên Kurd bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li Kurdistanê xwe bi deriyê parlamentoya Qraliyeta Yekgirtî zincîr kirin. Polîsên Îngîlîz ên bi tundî êrîşî jinên Kurd kirin, çalakvana Kurd Işik Guler kelepçe kirin û bi tundî pehîn li zikê wê dan û binçav kirin…

İngiliz polisinden Kürt kadınlara sert müdahale 6

Komek jinên Kurd bi pêşengiya organîzasyona Rojwomen a têkildarî êrîşên li dijî jinan li Londra xebatan bi rê ve dibe, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li ber deriyê avahiya parlamentoya dîrokî ya Londra xwe zincîr kirin.

Jinan dirûşmayên, “Li dijî terora DAIŞ bibin yek”, “Dîsa bêdengiya we dibe sedema mirina Kurd an” gotin û xwestin hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî li dijî vê trajediya mirovatiyê rol bigire ser xwe û alîkariyê bide hêzên Kurd ên li dijî DAIŞ li ber xwe didin.

Jinên Kurd ên bang li raya giştî ya navneteweyî jî kirin di serî de ji bo jinên tevahî cîhanê bang li her kesên ku dibêjin ez mirov im kirin da ku li dijî tiştên rû didin dengê xwe bilind bikin.

Piştî çalakiyê destpê kir bi 20 deqîqeyan polîsan derdora çalakvanan dorpêç kir, xwestin çalakî bi dawî bibe. Li ser gotina polîsan a, ‘Hûn zerarê didin hesinan’ jinan nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Serê mirovên me tên jêkirin û tecawîzî jinên me tên kirin, ev ji hesinên we hê girîngtir in?”

Polîsên taybet ên hatin cihê bûyerê şidet bi kar anîn, zincîrên ku jinan xwe bi wan li hesinan girêdabûn qut kirin, destê çalakvana Kurd Işil Guler ji paş ve kelepçe kirin, binçav kirin û birin baxçeyê parlamentoyê. Li baxçeyê parlamentoyê Guler li ser çokên wê dan rûniştandin û rastî êrîşa fîzîkî ya polîsekî hat. Tevî ku Guler li erdê bû jî polis bi pehînan li zikê Guler xist û ew serdev avêt erdê.

Polîsên ku bi tundî êrîşê jinan kirin, Işil Guler birin qereqolê û çalakvanên din jî li ber avahiya parlamentoyê dest bi greva birçîbûnê kirine û çalakiya xwe didomînin.

İngiliz polisinden Kürt kadınlara sert müdahale 2

CATEGORIES
Share This