Referandûma serxwebûna Îskoçya de “NA” bi ser ket

Referandûma serxwebûna Îskoçya de “NA” bi ser ket

İskoçya bağımsızlık referandumundan, ‘Birleşik Krallık’ çıktı 1

Li gorî encama referandûma serxwebûna Îskoçyayê, ji sedî 55 gelêm Îskoç got NA. Hejmara kesên gotin Erêjî di sedî 45´an de ma. Li gorî encamê dê Îskoçya girêdayî Yekitiya Qraliyetê bimîne.

Di referandûma serxwebûna Îskoçya de, li gorî encamên 32 herêman, Îskoçiyan ji serxwebûnê re gotin ‘na’. Li Îskoçyayê, ji sedî 55 ê hilbijêran dengê ‘na’, ji sedî 45’an jî dengê ‘erê’ bi kar anî. Di referandûmê de 1.914,187 kesî ji serxwebûnê re gotin ‘na’, 1.539,920 kesan jî gotin ‘erê’. Piştî vê serkfetina eniya ‘na’ ya referandûmê, alîgirê serxwebûnê Serokwezîrê Îskoçyayê Alex Salmond diyar kir ku ew encaman qebûl dikin û banga yekîtiyê kir. Salmond da xuyakirin ku encamên referandûmê ‘serkfetina pêvajoya demokrasiyê’ ne û anî ziman ku ew ê hurmetê nîşanî encaman bide. Salmond destnîşan kir ku ew ê bi Peymana Edînbûrgh a derfetê pêkanîna referandûmê nas kir re dilsoz be û xebatên bo berjewendiya Îskoçya û Qraliyetê dewam bike.

Salmond derbasdariya planên referandûma duyemîn a adara 2015’an bi bîr xist û diyar kir ku hemû Îskoçyayiyên dengê ‘erê’ û ‘na’ bi kar anîne, wê şopdarên meşandina neşxeya rê ya pêşeroja Îskoçyayê bin. Serokwezîr David Cameron jî bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ya ji ber encaman anî ziman û banga yekîtiya neteweyî kir. Cameron sozên xwe yên beriya refrandûmê bi bîr xistin û got ku dê gelek guhertin ji bo berfirehkirina pergala Îskoçyayê bên kirin. Her wiha encamên refrandûmê bandor li nirxê sterlînê Yekitiya Qiraliyetê jî kir û di borsaya cîhanê de nirxê pereyên wan zêde bûn.

Dengên erê yên alîgirên serxwebûnê herî zêde li bajarê Glasgow hat bikaranîn. Li gorî encamên dengê li vî bajarî hatin bikaranîn zêdeyî 194 hezaran dengê erê ji bo serxwebûnê bi kar anî, her wiha 169 hezaran jî dengê na bi kar anî. Her wiha bajarên Dandy west û Dinyartonşer jî dengê erê ji serxwebûnê re bi kar anîn. Lê bajarên wekî Eberdîn jî bi ferqa 20 hezar deng got na ji bo serxwebûnê.

Alaettin Sinayic

CATEGORIES
Share This