Salih Muslim Li Zanîngeha Cambridge Axivî

Salih Muslim Li Zanîngeha Cambridge Axivî

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Zanîngeha Cambridge axivî û di derbarê rewşa dawî ya Sûrî û Rojava de agahî da guhdarvanan.

Nuçe: Jonas Tekin

Yek ji zanîngehên herî kevn ya cîhanê, Zanîngeha Cambridge malavaniya hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim kir. Semînera bi mijara “Şerê Daîş û pêşeroja Sûrî” ya ku ji hêla Civata Kurd ya Zanîngeha Cambridge ve hatî li dar xistin rastî eleqeyeke mezin hat.

Di semînera ku ji hêla endamên Civata Kurd ya Zanîngeha Cambridge Dilar Dirik û Barzan Sadiq ve hatî birêvebirin de hevserokê PYD Salih Muslim di derbarê rewşa dawî û sîstema Rojava de axivî. 

Muslim di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ya li Rojava û da zanîn ku sîstemeke ku ji tevahiya Rojava re dikare bibe mînak ava dikin. Muslim wiha axivî;

“Em tevgereke ku şerê exlaqê dimeşînin, bi nirxên însanî re dilsoz in û ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Armanceke me ya din nîne. Li aliyê din, terora DAIŞ û El Nûsra heye, ku cîhan tev jê ditirse. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî planên xwe ji nû ve dinirxînin. Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê. Di tevahiya dîrokê de cara yekemîn e di vê astê de tên naskirin. Mesela, eger 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di asta navneteweyî de destekeke mezin dibîne, ev yek ji bo me gelekî hêja ye.

Ev rewş nayê wê wateyê ku Kurd bi ser ketine. Li pêşiya me têkoşîneke dijwar heye. Mebesta min ne aliyê leşkerî ye. Têkoşîna leşkerî ji xwe rojane berdewam dike. Em niha li Rojava sîstemekê ava dikin. Bêguman em vê sîstemê ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dixwazin. Em ji sala 2012’an û vir ve ji bo xwe xweseriya demokratîk ava dikin. Lê belê herêmên nû yên weke Minbic, Girê Spî û hwd. ên nû tevlî me bûne hene. Li van deveran nifûsa Ereban gelek e. Lewma em neçar in sîstema xwe biguherînin. Ev sîstem, sîstemeke demokratîk a jiyana bi hev re ya gelan e. Em vê sîstemê jî bi navê federalîzmê pênase dikin. Sîstemek federal a demokratîk ji bo tevahiya Sûriyeyê. Lê belê hinek hê naxwazin Kurd bibin xwedî îrade. Pêşniyareke wan jî nîne. Sûriye wê êdî ne mîna berê be, ev ne pêkan e. Lazim e her kes vê bibîne.”

Muslim, wekî din di derbarê têkiliyên wan bi hêzên navnetweyî re jî nirxand û agahiyên di derbarê sîstema aborî ya Rojava de dan.

Semînera ku du saetan berdewam kir bi pirsên beşdarvanan bi dawî bû.
https://youtu.be/mZiOTyLYgTI

muslim-cabridge1

Salih Muslim berî bernameyê li zanîngeha Cambridge geriya

muslim-cambridge2

Salih bi rêvebirên Civata Kurd ya Zanîngeha Cambridge re

muslim-cambridge3

Xwendevan û mamosteyên zanîngehê Eleqeyeke mezin nîşanî semînera Muslîm dan

muslim-cambridge4

muslim-cambridge5

Dilar Dirik, Salih Muslim, Barzan Sadiq

muslim-cambridge6

muslim-cambridge7

muslim-cambridge8


muslim-cambridge10

muslim-cambridge12

muslim-cambridge13

muslim-cambridge14

muslim-cambridge15

 

 

CATEGORIES
Share This