Yazdemîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan Bi Coş Derbasbû

Yazdemîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan Bi Coş Derbasbû

FEST2
Yazdemîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku her sal pêk tê îsal li Londonê bi fîlmê derhênerê kurd Yuksel Yavuz yê bi navê ‘Hêvî’ dest pê kir. Fîlm li sînemaya Rîo hat nÎşan dan û piştî fîlm panelek bi tevlibûna çêkera fîlm Zulfiyet Akkulak û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat pêk hat.
Mîhrîcan bi nîşandana fîlm û panelê dest pê kir. Eleqeyeke mezinhat nîşandan û ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Şahî bi axaftinên endamê meclisa Jinan a Roj Turkan Budak û Eylem Guler dest pê kir. di axaftinan de li ser têkoşîna jinan û berxwedana Zîlan ku bûye sembol hat sekinandin.
Di fîlmê bi navê ‘hêvî’ ê Yuksel Yavuz de jiyana 4 jinên kurd yên di qadên cuda de têdikoşin tê vegotin. Di dema nîşandana fîlm de demên hestiyar hatin jiyîn. Her wiha beşa der barê Sakîne Cansiz de bû sedema demên hestiyar.
Piştî fîlm panelek pêk hat. Çêkera fîlm Zulfiye Akkulak û parlamenter Ayla Akat Ata tevli bûn. Akkulak der barê fîlm de pirsên hatin pirsîn bersivand.
Piştre jî Ayla Akat Ata bersiva pirsên hatin pirsîn da.

festival 5

Yazdemîn Festîvala Jinan a Zîlan ku li paytext Londonê hat lidarxistin, bi dawî bû. Di çalakiya li Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê de Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata jî amade bûn.
Festîvala Çandê ya Meclîsa Jinê ya Roj jibo jinên Kurd ên li Îngilîstanê dijîn organîze kir, di encama çalakiyên du rojan de bi dawî bû. Aktîvîteya roja Yekşemê li Navenda Civaka Kurd a Londonê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê jin, bi kincên xwe yên gelêrî tevli festîvalê bûn.
Aktîvîteya xwedî bernameyeke dewlemend bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir. Di axaftinan de asta ku têkoşîna jinên Kurd xwe gihandiyê, hat vegotin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya li vir de got, “Emê bi rêheval Sakîne, bi soza me dayî re dilsoz bin. Emê bi bîranîna Zîlan, Bêrîtan û hemû rêhevalên me yên jin ên şoreşger ên şehîd re dilsoz bin û emê nirxên wan ên têkoşînê bikin taca siberoja xwe. Em jin, mîna beriya niha ji niha û pê ve jî emê ji aştî, azadî, edalet û wekheviyê re pêşengiyê bikin.”
Yuksekdag bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir ku asta heyî destketiyeke gelê Kurd û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd e.
Di festîvalê de defîleya kincên gelêrî yên jinên Kurd, rastî eleqeyeke mezin hat. Di beşa muzîkê ya festîvalê de jî hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Bangîn û koma Silbis û Tarî derketin ser dikê. Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.
manset turkce

festival 2

FEST5

CATEGORIES
TAGS
Share This