Li Londonê melayekî kevn hate kuştin

Li Londonê melayekî kevn hate kuştin

Li Londonê melayekî kevn hate kuştin 1

Li London kesek ku berê mela bû kuştî hate dîtin. Çapemeniya rojava bal kişand ku ew mela muxalîfê rejîma Beşar Esad e û heta niha têkildarî kuştinê ti agahî nehatine dayin.

Li gorî BBC, kesek temenê wî 40 salî bi awayekî kuştî li rojavayê bakurê Londonê hate dîtin. Hate ragihandin ku gule li singa wî ketiye. Piştî ku cenaze hate dîtin agahî dan servîsên tenduristî û polîsan.

Hate ragihandin ku navê wî Abdul Hadi Arwani ye û beriya niha li mizgeftek a Londonê melatî dikir.

Polîsan nasnameya qurban piştrast kir û aşkera kirin ku Arwani roja Sêşemê i Wembleyê bi awayekî kuştî di wesayîta xwe de hatiye dîtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya polîsên Londonê de têkildarî otopsiyê ti agahî nehate dayin.

CATEGORIES
Share This