Şehîdên Meha Gulanê Li KCC Hatin Bîranîn

Şehîdên Meha Gulanê Li KCC Hatin Bîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane, li paytext Londonê hatin bîranîn. Bernameya bîranînê roja Înê li Navenda Civaka Kurd ya li Haringeyê ye pêk hat.

Şehîdên Meha Gulanê Li KCC Hatin Bîranîn 1

Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê sînevîzyona li ser şehîdên meha Gulanê hatî amade kirin hat nîşandan. Di axaftinên hatîn kirin de bal kişandin ser girîngiya rola şehîdên meha gulanê.

Yek ji endamê meclîsa gelê Kurd ya Brîtanya Ali Poyraz jî di axaftina xwe de bal kişand ser rola şehîdan û anî ziman ku xwedî derketina şehîdan di xwedî derketina têkoşîna wan re derbas dibe.

Şehîdên Meha Gulanê Li KCC Hatin Bîranîn 3

Di axaftinan de hate diyarkirin ku meha Gulanê meşa şoreşa Kurdistan û Tirkiye ye û diyar kir ku di vê mehê de gelek şehîd çêbûne. Di daxuyaniyê de hate bibîranîn ku kadorên pêşeng ên şoreşa Kurdistan  û Tirkiyeyê Sînan Cemgîl, Alpaslan Ozdogan, Kadir Manga, li çiyayê Nûrheqê, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan hatin bidarvekirin, Îbrahîm Kaypakkaya di îşkenceyê de hate qetilkirin, Hakkî Karer li Dîlokê, Halîl Çavgun jî li Hîlwanê bi hovane hatin qetilkirin.

Şehîdên Meha Gulanê Li KCC Hatin Bîranîn 2

Di berdewama daxuyaniyê de bal kişandin ser berxwedana Zîndana Amedê ya li hemberî derbeya 12yê Îlonê û wiha hat gotin: “Ferhat Kurtay, Eşref Anyik Mahmut Zengîn û Necmî Oner bedena xwe dan agir û kevneşopiya berxwedanê domandin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn di encama pevçûnên di navbera du komên Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Di heman mehê de Mizgîn (Gurbet Aydin) li Tetwanê di encama pevçûneke bi hêzên dagirker ên dewleta Tirk de, ji bo bi saxî nekeve dest, bombe bi xwe ve teqand û gihiştiye şehadetê.”

Piştî axaftinan hunermend îbocan û şevder stranên xwe diyarî şehîdan kirin.

CATEGORIES
Share This