Alîkarî standin roj bi roj dijwartir dikin

jobcentre

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li gorî plana nu kesên ku alîkariya bêkariyê (Jobseekers allowance) distînin dê bi pîvanên nu ve rû bi rû bimînin. Li gorî plana nu, divê CV ya we hebe, emaîleke we hebe û qeyda we di malpera dewletê ya lêgerîna kar de hebe. Ger ku ev her sê neyên kirin, dê alîkariya bêkariyê neyê girêdan.

Di aliyê alîkariyên civakî de her roj qûtkirinên nu pêk tên. Ji 28ê Nîsanê vîr ve her kesê ku serî li alîkariya bêkariyê(Jobseekers Allowance) bide divê xebatkarê jobcenterê qanî bike ku li kar digere û bide xûya kirin bê la heta niha jibo kar dîtinê çi kiriye. Sê gavên din yên herî girîng jî, CV û emaîleke li ser navê we hebe, ya din jî dive hûn di malpera dewletê Universal Jobmatch de qeydkirî bin. Heta niha navî du hefteyan carekî hevdîtin dihatin kirin, lê ji vir û pê de dê her hefte bi şewirmendan re hevdîtin werin kirin. Li gorî rewşa wî/ê kesî divê tevlî qûrsan bibe.  Wezîrê kar Esther McVey  di derbarê mijarê de axivî û got ev gavên nu dê bêhtir mirovan amadeyî kar bike.

Di vî alî de bi piranî kesên ku Îngîlîzî nizanin  dê zorê bikişînin. Kesekî Kurd ku nexwest navê xwe bîne ziman wiha got: “Ger ku me bikariya van tişta bikin, jixwe me yê kar ji xwe re bidîta, jiber ku astengiyên me yên ziman hene em zorê dikişînin. JobCentre tu alîkariyê bi me re nake, tenê ka vê heftê te çikiriye dipirse, lê ya herî girîng ew e ku alîkariyê bi me re bikin ku em kar peyda bikin”.

Li gorî lêkolîneke ku hatî kirin derket holê ku, 4.5 mîlyon însan li Brîtanya piştî fatûreyan tenê 10 sterlîn di destê wan de dimîne. Li gorî lêkolîna Thinkmonkey, ji 11 kesan yek jê heyvê bi 10 sterlînan debara xwe dike. Gerînendeyê Thinkmonkey Ian Williams da xûya kirin ku, bi hezaran kes nikarin fatûreyê xwe bidin, gelek kes di asta birçîbûnê de ne û rewş her roj diçe xerabtir dibe. Ev yek me dixe nav gomanan”.

Niha li tevahiya Brîtanya derdora 5.4 mîlyon kes bi alîkariya ku ji dewletê distînin debara xwe dikin.

CATEGORIES
TAGS
Share This