Jibo Kobanê 4 Hezar kes meşiyan

Jibo Kobanê 4 Hezar kes meşiyan

Kuzey Londra’da 4 bin kişi Kobane için yürüdü 3

Li bakûrê Londonê jibo Kobanê çalakiyek pêk hat. Roja sêşemê di saetên êvarê de meşê ji ber Mala Gel dest pê kir û nêzî 4 hezar Kurd û dostên kurdan tevli bûn. Çalakiya ji aliyê Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ve hate organîzekirin li ber mala Gel dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de DAIŞ hat lanet kirin û banga hestiyariyê hat kirin.

Meşa ku sê saetan berdewam kir, welatiyên îngîlîz jî tevli bûn. Meş li îstasyona metro Seven Sîsters bi dawî bû.

Jinan li pêşiya parlamenê çalakiya rûniştinê lidarxistin

Piştî meşê komek jin çûn ber parlametnoya qiraliyeta Yekbûyî û çalakiya runiştinê pêk anîn. Bi sedan kes çûn sedana wan. Çalakiya jina dê heta sibehê berdewam bike û roja Çarşemê bi meşeke girseyî biqede.

Çalakiya Ciwanan ya otobûsê

Komek ciwanên Kurd piştî meşa girseyî li otobûsekî siwar bûn û otobus bi tevahî bi alên PKKê xemilandin. Camên otobûsê yên jêr û jor bi tevahî bi alan girtin û bênavber slogan qêriyan. Çalakiya ciwanan heta rawestgeha dawî ya otobûsê berdewam kir.

CATEGORIES
Share This