Author: ali

  • Li parlemena Îngîlîstanê resepsiyona Newrozê

    Jibona cejna Newrozê bi malavaniya parlmenterê partiya Sinn Fein Paul Maskey li parlemena Îngîltere resepsiyonek hat li dar xistin. Resepsiyon roja Pêncşemê li odeya MacMillan hat kirin. Lord Hylton jî yek ji mêvanên resepsiyonê bû.

    Di resepsiyona Newrozê de gelek axaftin hatin kirin û cejna Newrozê hat pîroz kirin. Di dawiya axaftinan de li ber defê govend hat gerandin.

  • Li Londonê Meşa Newrozê

    Platforma yekîtiya hêza demokratîk ya Brîtanya jibo pîrozbahiya Newrozê meşek li dar xistin. Meş ji îstasyona Manor Housê dest pê kir û li îstasyona Turnpike Lane bi dawî bû. Tevî nûnerên gelek rêxistinên sîvîl bi sedan kes tevlî meşê bûn.

     

    Di meşê de bênavber dirûşmên wek “Bîjî Newroz”, “Bîjî biratiya gelan” hatin qêrîn. Her rêxistin bi al û pankartên xwe tevlî meşê bû û pankartek li ser navê hemû rêxistinan, bi sê zimanan li ser “Bîjî Newroz” nivîsandî li pêşiya meşê hat rakirin.

     

    Di dawiya meşê de li ser navê hemû rêxistinan daxûyaniya hatî amade kirin hat xwendin. Di daxûyaniyê de Newroz hat pîroz kirin û duvre girîngiya hilbijartinên 30 Adarê hat diyar kirin. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin; “Her kesê ku ji partiya AKP cûda difikire bi zilm û zordariyê re rû bir û dimîne”.

     

    Di dawiya daxûyaniyê de piştgirî jibo HDP di hilbijartinan de hat xwestin.

    Rêxistinên di bin banê Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk ev in: Meclîsa Gelê Kurd Ya Brîtanya, Federasyona Elewiyan ya Brîtanya–BAF, Komeleya Çandî ya Karkerên Penaber-GİK-DER , Komeleya Piştevaniya Dersimiyan–Dersim-Der, Navenda Civaka Kurd û Tirk–Day-mer, Komeleya Piştevaniya Kangal û Qoçgiriyan, Navenda Çandî ya Sed Kulîlk Vebe YCKM, Komeleya Piştevaniya Kirkisrakiyan, Navenda Çandê ya Tohûmê, Navenda Civaka Elbîstanê–El-com, Komeleya Pazarcixiyan–Paz-Der, Komeleya Piştevaniya Tilkiliyan, Komeleya Piştevaniya Nûrhaqiyan.

  • Li Londonê li dij nîjadperestiyê çalakiyeke girseyî

    Li paytext Londonê li hember Faşîzm û Nîjadperestiyê li navenda bajêr roja Şemiyê meşeke girseyî hat li dar xistin. Gelek rêxistinên penaber tevlî meşa ku ji hêla sendîkayan ve bi navê “Li dijî nîjadperestî û faşîzmê rabe ser piyan” hatî organize kirin, bûn.

     

    Meşa ku rastî roja dij nijadperestiyê ya Yekîtiya Netewan hatî 5 hezar kes tevlî bûn û li hemberî nîjadperestiyê bi yek dengî qêriyan. Meşa kul i pêşiya parlemena Îngîlîz dest pê kir li Qada Trafalgarê bi dawî bû. Gelek rêxistinên Tirkiye û Kurdistanê wek GİK-DER û DAY-MER jî tevlî meşe bûn.

    Di çalakiyê de bênavber li hember nîjadperestiyê dirûşme hatin qêrîn û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de mijarên qûtkirinên di bûtçeyê de, pergala tendûristiyê, perwerde, ji kar avêtina karkeran û êrîşên li hember penaberan derketin pêş.

    Parlementerê Hackneyê Diane Albott, serokê TUC Mohammad Taj, Serokê partiya kesk Natalie Bennett, sekretere konseya Misilmanan Faruk Murad û malbata Mark Dunganê ji aliye polêsan ve hatî kûştin tevlî çalakiyê bûn axivîn.

     

  • Li Brighton bîranîna Halepçe

    Li bajarê Brightonê ji aliyê Navenda Sussex a Civaka Kurd ve li navenda bajêr çalakiyek a bîranînê ji bo kumkujiya Halepçe hat lidarxistin.

    Çalakiya protestoyî ya ku li cihê herî qelebalix a bajêr Churchill Square ji bo komkujiya Halepçe hat lidarxistin de gelek Kurdistanî û dostên wan tevlîbûn. Di çalakiyê de bi hezaran kesên ku di salên 1987-1989 an de ji aliyê rejîma Baasê ve hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

    Herwiha di çalakiyê de komkujiyên Dêrsim, Mereş, Sêwas û Roboskî jî hatin protestokirin.

    Çalakvanan di çalakiyê de wêneyên komkujiyê hilgirtin û belavokên ku têde qala komkujiyê dikirin li xelkê derdorê belavkirin.

    Di çalakiyê de dirûşmên wekî “Em Halepçe ji bîr nakin”, “Dûh Halepçe, niha jî Roboskî”, “ Ji Helebce heya Roboskî komkujî berdewam dikin”, “Ji bo pêşeroja xwe Halepçe libîr bîne” hatin gotin.

    Her wiha di axaftinên ku hatîn kirin de banga hişyariyê li raya giştî a Ingilîstanê hat kirin ji bo ku carek din komkujî çênebin.

  • Zarokan Newroz Pîroz kir

    Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re pîrozbahiyan jî dest pê kir. Zarokên Kurd roja Şemiyê li Navenda Civaka Kurd ya Haringeyê Newroz pîroz kirin. Zarokan bi kincên xwe yên gelerî û cihêreng bi bernameyeke dewlemend pîrozbahiya Newrozê kirin.

     Zarokan bîranîna şehîdan jibîr nekir û bi deqek rêzgirtin dest bi bernameya xwe kirin. Piştî rêzgirtinê  koroya zarokan derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Piştî koroyê koma şanoyê lîstika bi mijara Malbatê  lîstin. Di bernamê de cih dan pêşbirkê jî û di pêşbirkê de agahiya zarokan derbarê Kurdistanê de hat pîvan. Di bernameya pîrozbahiyê de zarokan rûyê xwe boyax kirin, stran gotin û govend girtin. Zarokan bi lîstikan bernameya xwe bi dawî kirin.

     Di vê navberê de 21 Adarê dê meşa Newrozê were li dar xistin. Meşa Newrozê ji hêla platforma hêza demokratîk vet ê organîze kirin dê saet 17:30´an li îstasyona Manor House dest pê bike. Piştî meşa Newrozê li Navenda Civaka Kurd dê ciwan Newrozê pîroz bikin.

     Jibo pîrozabahiya cejna Newroza mezin xebatên amadekariyê li ber dawiyê tên. Ciwanan tevahiya hefteyê Afîş û belavok li Londonê belav kirin.  Cejna Newroza îsal dê 23´ê Adarê li Parka Finsbury were pîroz kirin. Xebatên amadekariyê di serî de li Londonê, li gelek bajarên din yên Brîtanya berdewam dikin. Ji hêla komîteya amadekar ve hat ragihandin ku parlementer Pervin Buldan jî dê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Navê Parlementer Buldan di dema dawî de bi serdanên îmralî û Qendîlê derketibû pêş. 

  • Fîlmê ´Efsaneya Kawayê Hesinkar´ hat nîşandan

    Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, Li Londonê çalakiyên pîrozbahiyê dest pê kirin. Roja Şemiyê fîlmê anîmasyon yê bi navê ´Efsaneya Kawayê Hesinkar´ li Westminsterê jibo zarokan hat nîşandan.

     

    Ji hêla Festîvala filmên kurdî ya Londonê ve li dibistana dawiya heftê ya Kurdî ya bi navê Ghoyzhe nîşandan hat kirin. 64 zarokên temenê wan di navbera 5–14 salî fîlmê anîmasyon yê di derbarê cejna Newrozê de temaşe kirin. Piştî fîlm zarokan di derbarê fîlm û cejna Newrozê de pirs kirin.

  • Li ser Heştê Adarê Panel

    Panela heştê Adarê li Komeleya Civaka Kurd hat lidarxistin û yek ji endamên panelê siyasetmedara Kurd Feleknas Uca bû. Feleknas, li gel profesor Mary Davis, panel pêkanî. Axaftvanên Panelê li ser rewşa jinan nirxandin kirin û bal kişandin ser pirsgirêkan jinan.

     

    Panel Heştê Adarê roja Şemiyê li Navenda Civaka Kurd ya li Haringeyê hat kirin. Bi piranî jin gelek kes tevlî panelê bûn. Panel ji aliyê meclîsa Jinan Roj Women bi piştevaniya Platforma Demokratîk ya Jinên Londonê hat lidar xistin. Panel jibo hemû jinên têkoşer yên jiyana xwe ji dest dane bi deqek rêzgirtin dest pê kir.

     

    Axaftvan Feleknas Uca, berî hertiştî jiber ku li Londonê ye kêfxweşiya xwe anî ziman û roja hemû jinan pîroz kir.

     

    Uca li ser bi nav kirina 8´ê Adarê jî xemgîniya xwe diyar kir û wiha got: “Em dê behsa jinê bi giştî bikin. Di serî de heştê Adarê, dîroka wê, roja kedkar u jinên cîhanê pîroz dike. Dema ez difikrim li ser, divê ez pirs bikim: gotineke şaş e gelo? jinên kedkar hene, lê jinên kedkar nebin jî, cejn ne ya jinan e? Çima em cudabûnê dixin nava rojê, û nava jinan? çima em dibêjin roja jinên kedkar pîroz be, çima nabêjin roja jinan pîroz be?”

     

    Feleknas Uca di derbarê derfetên jinê de axivî û got ku, derfet di warên biryardanê, û siyasetê û karkirinê nînin. Herwiha li ser sinetkirina keçan jî bi awayekî tund axivî:

     

    “Bi tenê li Elmanya, 5000 keç salane di xeteriya sinetkirinê de ne.” Pişt re li ser rewşa sinetkirina keçan li Başûrê Kurdistanê axivî û anî ziman ku li hinek deveran ev tişt pirsgirêkeke mezin e.

     

    Uca bal kişand ser têkiliya jin û siyasetê qala sîstema hevserokatiyê ya di nav partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) tê meşandin kir. Uca: “Di hemû partiyan de, wekî yekem ku sed jin namzet dibin dîsa Kurd in. Partiya iktîdarê nikare 20 jinan wek şaredar destnîşan bike, gava CHP nikaribe 20 jina wek şaredar destnîşan bike, divê insan bifikre di nava partiyan de azadiya jinan li kû derê ye. heta niha 100 şaredarên me hebûn, niha hilbijartinên pêş de, sê heftiyên din, 150 şaredar em ê bigirin destê xwe, 300 şaredarên me çêdibin, ji ber sîstema me ya hevserokatî.”

     

    Piştî axaftina Uca Profesor Mary Davis mafê axaftinê wergirt û di derbarê pirsgirêka jinan şîrove kirin. Axaftina Davis hat wergerandinî Tirkî. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.