Li ser Heştê Adarê Panel

Panela heştê Adarê li Komeleya Civaka Kurd hat lidarxistin û yek ji endamên panelê siyasetmedara Kurd Feleknas Uca bû. Feleknas, li gel profesor Mary Davis, panel pêkanî. Axaftvanên Panelê li ser rewşa jinan nirxandin kirin û bal kişandin ser pirsgirêkan jinan.

 

Panel Heştê Adarê roja Şemiyê li Navenda Civaka Kurd ya li Haringeyê hat kirin. Bi piranî jin gelek kes tevlî panelê bûn. Panel ji aliyê meclîsa Jinan Roj Women bi piştevaniya Platforma Demokratîk ya Jinên Londonê hat lidar xistin. Panel jibo hemû jinên têkoşer yên jiyana xwe ji dest dane bi deqek rêzgirtin dest pê kir.

 

Axaftvan Feleknas Uca, berî hertiştî jiber ku li Londonê ye kêfxweşiya xwe anî ziman û roja hemû jinan pîroz kir.

 

Uca li ser bi nav kirina 8´ê Adarê jî xemgîniya xwe diyar kir û wiha got: “Em dê behsa jinê bi giştî bikin. Di serî de heştê Adarê, dîroka wê, roja kedkar u jinên cîhanê pîroz dike. Dema ez difikrim li ser, divê ez pirs bikim: gotineke şaş e gelo? jinên kedkar hene, lê jinên kedkar nebin jî, cejn ne ya jinan e? Çima em cudabûnê dixin nava rojê, û nava jinan? çima em dibêjin roja jinên kedkar pîroz be, çima nabêjin roja jinan pîroz be?”

 

Feleknas Uca di derbarê derfetên jinê de axivî û got ku, derfet di warên biryardanê, û siyasetê û karkirinê nînin. Herwiha li ser sinetkirina keçan jî bi awayekî tund axivî:

 

“Bi tenê li Elmanya, 5000 keç salane di xeteriya sinetkirinê de ne.” Pişt re li ser rewşa sinetkirina keçan li Başûrê Kurdistanê axivî û anî ziman ku li hinek deveran ev tişt pirsgirêkeke mezin e.

 

Uca bal kişand ser têkiliya jin û siyasetê qala sîstema hevserokatiyê ya di nav partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) tê meşandin kir. Uca: “Di hemû partiyan de, wekî yekem ku sed jin namzet dibin dîsa Kurd in. Partiya iktîdarê nikare 20 jinan wek şaredar destnîşan bike, gava CHP nikaribe 20 jina wek şaredar destnîşan bike, divê insan bifikre di nava partiyan de azadiya jinan li kû derê ye. heta niha 100 şaredarên me hebûn, niha hilbijartinên pêş de, sê heftiyên din, 150 şaredar em ê bigirin destê xwe, 300 şaredarên me çêdibin, ji ber sîstema me ya hevserokatî.”

 

Piştî axaftina Uca Profesor Mary Davis mafê axaftinê wergirt û di derbarê pirsgirêka jinan şîrove kirin. Axaftina Davis hat wergerandinî Tirkî. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

CATEGORIES
Share This