DAWIYA HEFTÊ ROJA DENGDANÊ YE

cumhurbaskanligi-secimi-oy-pusulasi

Berî dawiya heftê roja dengdana xwe hîn bibin!

Cara yekemîn e hemwelatiyên Tirkiye yên li derveyî welêt jiyan dikin mafê dengdanê bikartînin. Jibo hilbijartina serokkomariyê hemwelatiyên Tirkiye yên li Brîtanya dijîn dê roja Şemî û Yekşemê (2–3 Tebax) biçin ser sindoqan. Roja randevu girtinê 25´ê Tîrmehê bi dawî bû, hilbijêrên ku randewû nesitandîn, dê sîstem bi awayekî otomotîk roja dengdanê bide wan. Hilbijêrên ku di roja xwe de neçin dê mafê xwe yê dengdanê wenda bikin.

  • Tûra yekemîn ya hilbijartina serokkomariyê dê roja Şemî û Yekşemê 2–3´yê Tebaxê were kirin.
  • Sîstem dê bi awayekî otomotîk randewû bide kesên ku nesitandî. Hilbijêr dikarin ji malpera www.ysk.gov.tr dikarin hînbibin ku dê kengî denge xwe bikarbînin.
  • Kesên ku di saeta xwe de neçin hilbijartinê dikarin di heman rojê de dengê xwe bikarbînin.
  •  Kesên di roja randewûya xwe de neçin, dê mafê xwe yê dengdanê wenda bikin. Tenê dê bikarin di deriyên gûmrikê bikar bînin.
  • Jibo hûn bikarin dengê xwe bidin divê li ser nasname an jî pasaporta we hejmara hemwelatiyê hebe.
  • Hilbijêrên ku di dema dengdanê de li derveyî Brîtanya bin dikarin di navbera 26 Tîrmeh 2014 – 10 Tebax 2014´an de li deriyên gûmrikê denge xwe bikarbînin.
  • Hilbijartin dê li Navenda Olympia (Kensington, Londra, W14 8UX) were kirin.
CATEGORIES
Share This