Li Londonê bi sedan Kurdistanî hovîtiya Daîş´ê şermezar kir

Li Londonê bi sedan Kurdistanî hovîtiya Daîş´ê şermezar kir

 

Li Londonê bi sedan Kurdistanî hovîtiya Daîş´ê şermezar kir 1

 

Êrîşên çeteyên Daîş´ê ên li hemberî gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û komkujiya li Şengalê li paytext London´ê hat şermezarkirin.

Bi sedan Kurdistanî roja Şemiyê li Lincoln’s Inn Fields ya nêzî îstasyona Holborn´ê li hev kombûn û dest bi meşê kirin. Gelek sazî û rêxistinên ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgirî dan çalakiyê. Nûnera Hikûmeta Kurdistana Herêmî ya Brîtanya Bayan Sami Abdurrahman jî tevlî çalakiyê bû.

Di çalakiyê bi sedan alên Kurdistanê hatin rakirin û bênavber piştevaniya xwe bi gelê Kurdistanê yê li herêmê dijîn re dest nîşan kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belav kirin. Girseya çalakvan heta pêşiya serokwezareta Brîtanya meşiyan û xwepêşandan li pêşiya serokwezaretê berdewam kir.

Li Londonê bi sedan Kurdistanî hovîtiya Daîş´ê şermezar kir 2

Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser êrîşên hovane yên çeteyên Daîş´ê. Ji hikûmeta Brîtanya hat xwestin ku, di warê leşkerî û mirovahî de bêhtir alîkariyê bide herêma Kurdistanê. Li ser navê koma çalekvan heyetê dosyayek radestî serokwezaretê kir. Xwepêşandan derdora saet Pêncan qediya.

Rêxistina Teror ya Daîş´ê piştî bidestxistina bajarê Musilê bi demekê dest bi êrîşan li ser bajarên Kurdistanê kiribû. Çeteyên Daîş´ê 3 Tebaxê êrîşî herêma Şengalê kiribû û bi sed hezaran Kurdên Êzîdî koçî çiyayê Şengalê kiribûn. Di van êrîşan bi sedan Kurd hatibûn qetil kirin û gelek jinên Êzîdî ji hêla van çeteyan hatibûn revandin û hîna ji tu agahî ji wan nehatiye standin. Navenda Şengalê hîna di bin qontrola çeteyên Daîş´ê de ye.

Êrîşên hewayî yên Dewletên Yekbûyî Yên Emerîka li hember Daîş´ê jî berdewam dikin. Jibo di tekoşîna li dij Daîş´ê de cih bigirin derdora 40 welatî piştgirî da koalîsyona bi pêşengiya DYA´yê de hatî avakirin.

 

Foto: Ako Alî

CATEGORIES
Share This