Li paytext Londonê ‘Duh, îro û siberoja Êzidiyan’ hat nîqaş kirin

Li paytext Londonê ‘Duh, îro û siberoja Êzidiyan’ hat nîqaş kirin

 

lkff–panelist2Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi armanca balê bikişîne ser trajediya Kurdên Êzidî yên li Şengalê aktîvîteyek organîze kir. Di bernameyê de tevî pêşangeh, nîşandana filmê ´Lalişa mihranî´, panelek di derbarê Êzidiyan de hat li darxistin.

Bernameya ku Duh (Şemî) li Zanîngeha SOAS´ê hatî li darxistin bi beşdarbûna Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û gelek kesên ji netewên cûda pêk hat. Di aktîvîteya ku bi nave ‘Duh, îro, siberoja Êzidiyan’ hatî lidarxistin de tevî dîrok û çanda Kurdên Êzîdî, trajediya Êzidiyan a ji 3’ê Tebaxê vir ve tê jiyan kirin hat nîqaş kirin.

Bername bi pêşangeha illustraterê Alman Oliver Kugler dest pê kir. Oliver Kugler jiyana civakî ya penaberên qempa Domiz xêz kiribû.

Piştî Pêşangehê belgefîlma bi navê Laleşa Mihranî hat nîşandan. Derhenêrê Kurd Aso Haji ev belgefîlma ku bi awayekî çîrokgotinê hatîye çêkirin, cara pêşîn karîye destûr bistîne ku bikeve perestgeha Êzdîyan û herweha bi rûspî û şêxên wan re bipeyive. Ev fîlm li ser vê koma muhafazakar û razmend hûr dibe da ku digel vê komê, ku pir caran çewt tê fêm kirin, têgihiştineke sempatîk û empatîk ava bike.

‘DUH, ÎRO, SIBEROJA ÊZIDIYAN’

Piştî nîşandana film panelek di moderatoriya rojnamevan Guney Yildiz de hat lidarxistin. Profesor Christine Allison, û sekreterê Federasyon Êzidiyan Yilmaz Gunay wek axaftvan tevlî panelê bûn. Wekî din vîdyoya ku rojnameger Aris Roussinos, li herêma Şengalê û li qempa Newroz ya li Dêrikê hatî kişandin hat nîşandan.

Di panelê de bi giştî rewşa Êzidiyan hat destgirtin û trajediya tê jiyan kirin hat nîqaş kirin. Wekî din li ser dîrok, ol û çanda Kurdên Êzidî nîqaşên kûr hatin kirin. Li ser pêşeroja Êzidîyan jî hinek nîqaş hatin kirin.

CATEGORIES
Share This