Network Rail bi cezayekî rekor tê ceza kirin

Network Rail bi cezayekî rekor tê ceza kirin

NETWORK RAIL

Vê duşemê Ofîsa Regûlator a Trênan (ORR) cezayeke rekor daye National Rail (NR) ji bo derengbûna sîstematîk di xizmeta trênan de. Cezaya wê bi qasî 53 mîlyon sterlîn e.

Di rapora wê ya çarêksalî ya NR de, ORR behsa derengbûna trênên NR dike, û bi awayekî berfireh qasiya derengbûnê aşkera dike.

Lê pirsgirêka herî mezin di çavên ORR de derengbûna trênan, bi taybetî yên Londonê û yên rêyên dirêj.

Li Londonê armanc ew bû ku ji sedî 92.9 trên di dema xwe de bigehin stasyonên xwe yên dawî, lê bi tenê % 89.6 di wext de gerên xwe qedandin.

“Eger NR gehîştiba armanca xwe, dê hejmara trênên dereng mayî 135,000 kêmtir bane.” Temamiya gerên pîlan kirî 4,033,500 bûn.

ORR diyar dike ku derengbûnên ji bona hewayê nêzî %40 zêdebûn di sala borî de. NR di amadekirina raporê de anî ziman ku vê zêdebûnê bandoreke watedar li ser negihîştina armancên wan kiriye, lê ORR di raporê de vê red dike û dibêje “Me bandora hewayê li ser hejmarên derengbûna trênan hesab kirin û encama wê ew e ku bandora hewayê nabe hincet, derengbûnên bi hewayî ve negirêdayî her bi awayekî mezin ji armancan borîne.”

ORR diyar dike ku hejmara rêwiyên trênên NR % 5.7 zêde bûne, û bikaranîna xizmetên kargo jî % 5.8 zêde bûye.

“Di biryardana cezayê de me zêdebûna bikaranîna xizmetên NR kiriye, û gelek faktor bandorê li ser hejmara dawî ya cezayê dikin.”

Faktoreke din soza NR ku 25 mîlyon sterlîn zêdetir li bingehên rêyên trênê li Londonê xerc bike ye. “Piştî vê sozê em pêwistiyê bi cezayeke zêdetir nabînîn, em dê di mehên pêş de çavdêriyê li karê NR bikin, ku soza xwe bi cih bîne.”

Hinek ji pareyên cezayê wê li planek nû ya internetê bên xerç kirin. Di belavokekê de, hikûmetê ragihandiye ku dê 90 mîlyon sterlîn li ser nûjenkirina internetê di trênan de xerç bike.

“Em hemû dizanin çi qas nexweş e wexta meriv di trênê de û sinyala telefonên me xerab be. Em nikarin karên xwe bi rê ve bibin û pêwendiyên xwe li gel nasên xwe berdewam bikin. Êdî ev pirsgirêk tê çareser kirin di salên bê de, û torên internetê yên nû, ku deh carî ji torên berê bi leztir, tên danîn.”

 

Amed Hirorî

CATEGORIES
Share This