Selahattin Demirtaş tê Londonê

Selahattin Demirtaş tê Londonê

s demirtas

Namzetê serokkomariyê yê HDP´ê Selahattin Demirtaş 20´ê Tîrmehê tê Londonê. Xebatên amadekariyê ji hêla komîteya amadekar ve hatin dest pê kirin.

Jibo xebatên hilbijartinê komîteya piştgiriya bi Selahattin Demîrtaş re hat ava kirin. Di nav komîteyê de gelek rêxistinên cih digirin. Komîteyê civîna xwe ya yekemîn li dar xist û dest bi xebatan kir. Di çarçoweya van xebatan de komîteyê li festîvala Day–Mer´ê ya li parka Clissoldê stand vekir. Di standê de agahiyên derbarê hilbijartinê de hat dayîn û formên serlêdanê hatin dagirtin.

Wekî din di festîvala Day–Mer´ê de parlementerê HDP´ê Levent Tuzel axaftinek kir û jibo piştgiriya Selahattin Demirtaş banga piştgiriyê kir. Wekî din jî hemû standên li festîvalê hatîn danîn bi wêneyên Selahattin Demirtaş hatin xemilandin.

 

Namzetê HDP´ê yê serokkomariyê Demirtaş di çarçoweya xebatên hilbijartinê de derdikeve gera Ewropayê û 20´ vê mehê (Tîrmeh) roja Yekşemê tê paytext Londonê. Jibo civîna gel amadekarî tê meşandin. Dê di rojên pêş de salona civînê were zelal kirin û ji gel re bê ragihandin.

Jibo xebatan malperek jî hatiye amade kirin. Kesên dixwazin di derbarê xebatan de agahiyan bistînin dikarin www.demirtasdesteklondra.wordpress.com ziyaret bikin. Wekî din jî dikarin bi rêya hejmara telefonê 07476486354 jî bigihêjin komîteyê.

Saziyên ku di nav komîteya piştgiriya bi Selahattin Demirtaş re cih digirin ev in:

MECLÎSA GEL A KURD YA BRITANYA (MALA GEL, KCC, ROJ WOMEN)

DAY-MER

GIK-DER

EL-COM

KOMELEYA KIRKISRAKIYAN

KOMELEYA RÛVIYAN

DERSIM-DER

NAVENDA ÇANDÊ KYA TOHUM

KOMELEYA ALXASIYAN

KOMELEYA NURHAQIYAN

CATEGORIES
Share This