Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Londonê hatin bîranîn

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Londonê hatin bîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên 14’ê Tîrmeha 1982’yan de ji bo pêkanînên dij mirovatiyê yên li Girtîgeha Amedê şermezar bikin dest bi rojiya mirinê kirin, li Londonê hatin bîranîn.

14 Temmuz Direnişçileri Londra’da Anıldı 1

Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya, M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke li Navenda Civaka Kurd a li Harîngey bibîr anî.

Di bîranîna ku roja Şemiyê pêk hat, Alî Boyraz berxwedana 14’ê Tîrmehê vegot. Boyraz got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Kurdistan û Tirkiyeyê di nav şert û mercên herî dijwar ên têkoşînê de ji nû ve rabûna ser piyan û gotina, ‘Ez jî he me, hûn nikarin têkoşîna me tine bikin.’”

Bîranîn bi helbest û muzîkê bi dawî bû.

14 Temmuz Direnişçileri Londra’da Anıldı 1

CATEGORIES
Share This