Danûstandinên Brexîtê destpêkirin

Danûstandinên Brexîtê destpêkirin

Danûstandinên li ser Brexîtê ku pêvajoya veqetîna Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê îfade dike, doh li Brukselê dest pê kirin. 

 

 

 

Mizakere divê Adara 2019’an biqedin. Her du alî wê di van mizakereyan de hewl bidin li ser hin mijarên zehmet li hev bikin. Hikûmeta Brîtanî, roja 29’ê Adarê ji Yekîtiya Ewrûpayê re nameyek nivîsandibû û pêvajoya veqetînê dabû destpêkirin.

Di danûstandinên Brexîtê de Brîtanya wê ji aliyê Wezîrê Brexîtê, Davîd Davîs û Yekîtiya Ewrûpa jî ji aliyê Sermuzakerevanê Fransayî Mîchel Barnîer ve werin temsîlkirin.

Di destpêka Hezîranê de li Brîtanyayê hilbijartin hate kirin û ji hingî ve hikûmeta nû nehatiye avakirin. Ev rewş, wê bibe pirsgirêka destpêkê.

Danûstandin wê bi sê qonaxan bên kirin. Yekîtiya Ewrûpa (YE) van her sê qonaxan bi van sernavan pênase dike: “vekişîn”, “siberoja têkiliyan” û “serdema derbasbûnê”.

Hikûmeta Brîtanî îdîa dike ku her du pêvajoyên destpêkê dikarin bi hev re bimeşin. Li ber danûstandinan, mijarên zehmet hene.

Aliyê malî yê derketina Brîtanyayê ji YE´yê, rewşa Brîtaniyên li YE´yê, rewşa welatiyên YE´yê yên li Brîtanya, çend ji van sernavan in.

CATEGORIES
Share This