Ji 38 Kesên Li Tunusê Hatîn Kuştin 29 Brîtanî ne

Ji 38 Kesên Li Tunusê Hatîn Kuştin 29 Brîtanî ne

Hedefa Daîş´ê vê hefteyê ne tenê Kobanê bû. Li Tunus û Kuveytê jî bi dehan kes hatin qetil kirin. Ji 38 kesên ku li Tunusê jiyana xwe ji dest dan 29 ji wan welatiyên Brîtanya ne.

Tunus´taki Terörist Saldırıda Ölen 37 Kişiden 5’i Britanyalı 1

Di êrîşa Daîş´ê de ya li Tunusê 38 kes hatin qetil kirin. 29 ji wan Brîtanî ne

Roja Pêncşemê li Kobanê êrîşeke mezin pêk hat û di encama êrîşan de piranî jin û zarok 260 kesî jiyana xwe ji dest da. Çeteyên Daîş´ê berdestê sibehê bi kincên gerîlla û artêşa azad bi awayekî hovane mal bi mal geriyan û kê hat ber wan dan ber guleyan. Tevî vê komkûjiya mezin cîhan bê deng ma û qetil kirina 260 Kurdî ji rêzê dît.

Li tevahiya Brîtanya asta ewlekariyê derxistin herî jor û li paytext Londonê tetbîqateke li dijî êrîşa terorê hat kirin. Serokwezîrê Brîtanya Cameron anî ziman ku heta niha wan pênc êrîşên hatîn plan kirin pêşî li wan girtine û da zanîn ku îhtîmala êrîşeke terorê tim heye û divê em hemû ji van tiştan re amade bin. Cameron da zanîn ku dê roja Înê jibo kesên jiyana xwe ji dest dayîn deqek rêzgirtin were kirin.

Serokwezîr David Cameron da zanîn ku dê li hember çeteyên Daîş´ê bi awayekî biryardar têkoşîna xwe berdewam bikin û dê bi civakên ku ji vê terorê zirarê dibinin alîkarî bikin. Lê dewlete Brîtanî berovajî van gotinan keça Kurd ya 17 salî jibo tenê fikirî bû ku biçe Kobanê û li hember Daîş´ê şer bike hatibû girtin û ev nêzî pênc mehin li girtîgehe Londonê ye. Ev yek jî durutiya dewleta Brîtanî li hember Kurdan dide nîşandan.

CATEGORIES
Share This