Jinên Kurd Li Londonê Hefteya Xwe bi Çalakiyan Derbas Kirin

Jinên Kurd Li Londonê Hefteya Xwe bi Çalakiyan Derbas Kirin

Li gel êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê didome, protestoyên li paytext Londonê jî berdewam dikin. Jinên Kurd tevahiya hefteyê bênavber li qadan bûn. Endamên Meclîsa Jinan Ya Roj piştî hevdîtina bi serokê partiya Karkeran Jeremy Corbyn, li şaredariya Islington, li Oxford Circus û balafirgeha Heathrowê jî çalakî li dar xistin.

JINAN LI ŞAREDARIYA ISLINGTONÊ ÇALAKÎ LI DARXIST

Komek jin roja Pêncşemê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Cizîr û bi banga hestyariyê, şaredariya Îslîngton a Londonê dagir kirin.
Li gel êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê didome, protestoyên li Ewropayê jî belav dibin.
Ji bo birîndarên di bodrûma malek a li navçeya Cizîr a Şirnexê asê mane, li paytexta Îngiltere Londonê çalakî hat lidarxistin. Ji aliyê komek jin ve avahiya Şaredariya Îslîngton hat dagirkirin. Çalakî di nava avahiyê de nêzî saetek berdewam kir, pankarta bi Înglîzî “Dewleta Tirk Kurdan qetil dike” vekir. Hinek jinan jî kefenê bi xwîn li xwe kirin.

ÇALAKIYEK JÎ LI BALAFIRGEHA HEATHROW

Jinên Kurd çalakiyek li balafirgeha Heathrowê jî li dar xistin. Jibo bal kişandina ser bûyerên li Kurdistanê li yek ji balafirgeha herî mezin ya Ewropa Heathrow, li termînala duyemîn ya ku balafirên THY jê difirin çalakî pêk hat. Di çalakiyê de pêşiya gîşeyan hat girtin. Di çalakiyê de bênavber “Terorîst Tirkiye” hatin qêrîn û piştî saetekê çalakî hat bi dawî kirin.

ÇALAKIYA OXFORD CIRCUSÊ RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT

Jinan roja Yekşemê jî li navenda Londonê Oxford Circusê jî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de çend nîjadperestên Pakîstanî yên alîgirên Daîşê êrîşî jinan kirin. Polêsan mûdaxaleyî rewşê kir û di encamê de jineke çalakvan û kesekî Pakîstanî hatin binçav kirin.

LI PIRA WESTMÎNSTER A LONDRAYÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Roja Şemiyê danê êvarî komek li pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê hatin cem hev, ber bi avahiya parlamentoyê ve ketin meşê, li pira Westmînster çalakiya rûniştinê li dar xistin.

 

İngiltere’nin En Büyük Havalimanında ‘Terörist Türkiye’ Sloganları-VİDEO 1

Balafirgeha Heathrow

Londra Westminster Köprüsünde Oturma Eylemi 1

Pira Westminster

Kadınların Oxford Circus’taki Eylemine Faşist Saldırı 5

Oxford Circus

CATEGORIES
Share This