Kobanê Ne Bi Tenê Ye!

Êrîşên li hember Rojava li paytext Londonê hatin şermezar kirin. Di çalakiya li pêşiya serokwezereta Îngîlîstanê hatî kirin de bi sedan kes got “Kobanê ne bi tenê ye” û piştgiriya xwe jibo Kobanê nîşandan.

 

Ev demeke çeteyên  girêdayî El–kaîde DAIŞ êrîşên hovane li hember derdora Kobanê dikin. Jiber van êrîşên li hember qantona Kobanê gelek rêxistinên kurd banga piştgiriyê kiribûn. Tevî gelek bajarên Ewrûpa roja Sêşemê li paytext Londonê jî çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd ya Brîtan ya hatî kirin gelek rêxistinên li Londonê tevlî bûn.

 

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û di derbarê êrîşên li hember Kobanê belavok hatin  belav kirin. Di axaftinên hatîn kirin de hat gotin ku Rojava ne bitenê ye û dê piştgiriya wan bi Rojava re berdewam bike. Di axaftinan de wiha hat gotin: “ Ev çar hefteye çeteyên girêdayî El–Kaîde êrîşî qantona Kobanê dikin. Çeteya DAIŞê li heremên wek Raqqa û Tel abyad gelek Kurd, Ermenî û Elewî koçber kirin. Dewletên hawîrdor wek Tirkiye alîkariya van çeteyan dikin û çekan didin çeteyan. Jiber ku ev dewlet ji awakirina van qantonan ne kêfxweşin û dixwazin van deskeftiyan sabote bikin û alozî li Rojava derxin”.

 

Wekî din hat xwestin ku hêzên demokratîk raya giştî li hember van êrîşan derkeve û dewletên ku alîkariyê didin van çeteyan dest ji alîkariyê berdin.

 

Girseya li hember avahiya serokwezareta Îngîlîz çalakiya xwe li dar xistî bê navber dirûşmên wek “Kobanê ne bi tenê ye” û “Bijî berxwedana Kobanê”   qêriyan. Di çalakiyê de alên PKK, Qantonên Rojava, Pjak, YPG û PYD hatin rakirin. Piştre girse ji ber bi Wezareta Karên Derve ya Îngîlîstanê ve meşiya.  Girse li pêşiya Wezareta Karên derve bi saetan li benda berpisiyarên wezaretê sekinî da ku dosyaya hatî amade kirin radestî wan bike.

 

Çalakiya ku bi banga Meclîsa gelê Kurd ya Brîtanya ve hatî kirin gelek rêxistinên sîvîl tevlî bûn. Rêxistinên ku tevlî çalakiyê bûyîn ev in: Federasyona Elewiyan ya Brîtanya–BAF, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komeleya Çandî ya Karkerên Penaber-GİK-DER, Komeleya Piştevaniya Dersimiyan–Dersim-Der, Navenda Civaka Kurd û Tirk–Day-mer, Komeleya Piştevaniya Kangal û Qoçgiriyan, Navenda Çandî ya Sed Kulîlk Vebe YCKM, Komeleya Piştevaniya Kirkisrakiyan, Navenda Çandê ya Tohûmê, Navenda Civaka Elbîstanê–El-com, Komeleya Piştevaniya Tilkiliyan, Komeleya Piştevaniya Nûrhaqiyan û Tevgera Goran. 

CATEGORIES
Share This