Di çarçoweya 26´emîn festîvala Çand û Hûnerê Ya Day-Mer´ê panelek bi navê ´Hilbijartinên Ewropa û Çep´ hat li dar xistin.
Panel li avahiya Day-Mer´ê pêk hat û parlementerê HDP´ê Levent Tuzel, Serokê Partiya Keskan(Green) Natalie Bennet, Parlamentera Edmontonê Kate Osamor, Sekreterê giştî yê Meclîsa Gel Sam Fairbairn, nûnerê TUSC´ê Jenny Sutton û Dave Nellist wekî axaftvan tevlî panele bûn. Rêvebirê Day-Mer´ê Oktay Şahbaz moderatoriya panelê kir.
Di panelê de bilindbûna partiyên çep yên li dewletên bi pirsgirêk yên Ewropa û rewşa tevgera çe pli Brîtanya hat nirxandin. Wekî din bal hat kişandin ser Partiya HDP li Tirkiye, Syriza Li Yewnanîstanê û Podemos a Ispanya.
Festîvala Day-Mer´ê dê 5´ê Tîrmehê roja Yekşemê bi şahiya li Clisoldê bi dawî bibe.


Leave a Reply
You must be logged in to post a comment.